Jinên Êzidî ji cihê ku Nûjiyan Erhan hişt berdewam dikin

Nûjiyan Erhan di 7’emîn salvegera şahadeta xwe de ji aliyê jinên Êzidî ve hat bi bîr anîn. Jinên ku li ser şopa wê diçin, wiha gotin: "Kamera û pênûsa Nûjiyan li Şengalê dîrokek nivîsand û em ê vê dîrokê nîvçe nehêlin."

SİTÎ ROZ

Şengal- Di êrîşa ku di dîroka 3’ê Adarê 2017’an de li ser bajarokê Xanesorê ya Şengalê ji aliyê pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û MÎT’ê ve hat pêkanîn de, rojnameger Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) dema nûçe dişopand hedefa hat girtin û birîndar bû. Nûjiyan Erhan, şeva 22'ê Adarê ji 23'ê Adarê girê dide li nexweşxaneya Hesekê ya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan li Şengalê yekemîn parastvana kevneşopiya çapemeniya azad û weke jineke Kurd a şoreşger-rojnameger ku êşa qirkirina jinên Êzidî parve kir hevparê hemû jinan kir û wan bi hemû jinan re anî gel hev di cihê xwe ya dîrokê de cihê xwe girt.

Rastiya çapemeniya azad nîşan da

Jinên Êzidî beriya qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an de jiyan kirin û pêvajoya qirkirinê dijîn ber bi travmayeke kûr hatin xiriqandin. Jinên Êzidî yên ku rastî qirkirinê hatin, sedemên xwe yên jiyanê winda kirin. Jin hepsê siyaseta koledar a dewletê û komên çete hatin kirin.Jinên Êzidî bi rêya çapemeniya azad derfeta wehşeta hatin xirikandin û qirkirina ji hemû jinên cihanê û civakê bigihînin dîtin. Gerîlayên têkoşîna azadiyê, şervanên YPG-YPJ’ê û têkoşîna çapemeniya azad ku ji bo rizgarkirina Şengalê bênavber têdikoşiyan, civak bi taybetî jinan ji dorpeça qirkirinê kaşkir û derxist. Çapemeniya azad li Şengalê li ser xeta heqîqeta Gurbet Ersozan bû parçeyek ji têkoşîna li dijî DAIŞ û xiyaneta PDK’ê hat dayîn. Çapemeniya Azad ku bi nûçe, rapor û bernameyên ku bi pênûs û kameraya xwe amade kir, rûyê rastî ya berxwedan û xiyaneta li Şengalê ji hemû cîhanê re nîşan da.

Wek rojnamevanekî azad cihê xwe  di dîrokê de girt

Rojnameger-şoreşger Nûjiyan Erhan ku rêwiya çapemeniya azad e, barê herî giran ê têkoşîna li Şengalê hat dayîn rakir û bi têkoşîna xwe ya bênavber bi bedelên jiyana xwe serket ku ala azadiya jinê di destê xwe de bigre. Nûjiyan Erhan bi vî rengî di têkoşîna jinên Êzidî û azadiya Şengalê de weke rojnamegerek azad cihê xwe ya di dîrokê de girt.  Nûjiyan Erhan li Şengalê bû parêzvan û pêşenga kevneşopiya çapemeniya azad. Nûjiyan Erhan dema ku hewl da rastiyan bi sekînandina li kêleka têkoşîna azadiyê bibîne û ji raya giştî re ragihîne, ango dema belgekirina xiyanet û dagirkeriyê hedef hat girtin. Emîra Zozan û Suham Şengalî ku kevneşopiya çapemeniya azad a ku ew mîras hiştiye didomînin, rojnamegeriya azad çawa li Şengalê hat avakirin û rojnamegeriya di nava şert û mercên dijwar de tê domandin nirxandin.

‘Sedema jiyanên ya jinên Êzidî jî avabû’

Emîra Zozan, rola çapemeniya azad û bi taybetî jî pêşengiya rojnameger-şoreşger Nûjiyan Erhan a hêviya jiyanê ya civaka Êzidî û jinan ya bi fermanê re winda kirin ji nû ve zindî bû vegot;

“Ez destpêke di şexsê Şehîd Nûjiyan de hemû şehîdên şoreşê, bi taybet gerîlayên ku li Şengalê bi awayekî bêaman şer kirin û şehîd ketin bi bîr tînim. Li ser şehadeta Şehîd Nûjiyan şeş sal derbas bû. Dema Heval Nûjiyan sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Şengalê, jinên Êzidî di nava êşêk mezin de bûn. Heval Nûjiyan ji bo trajediya ku jinên Êzidî di qirkirinê de jiyankirin ji hemû cîhanê re ragihîne hat Şengalê.  Beriya fermanê rewşa jinên Êzidî pir vehîm bû. Jinên Êzidî yên ku di Êzdatî de pîroz tên dîtin, di encama polîtîkayên tirsandin û koletiyê yên dewlet û PDK'ê de li malê hatibû heps kirin. Jin di bin zextên giran de jiyan dikirin. Jin tenê wekî jinên malê, karkerên mitbaxê dihatin dîtin. Cîhana derve ji bo jinan guneh hat dîtin. Ferman pêkhat û trajediya jin dijîn duqat bû. Rizgarbûna jinan ya ji travmaya kûr tenê bi têkoşîneke xurt pêkan bû. Têkoşîna li çiya û deştên Şengalê hat dayîn, hêvî da ji jinan û civakê re. Perçek têkoşîna hat dayîn jî Nûjiyan bû. Dema Nûjiyan bû hevparê êşa jinan û hemû jinan kir hevpar, bibû sedema jiyana jinên Êzidî jî.”

‘Nûjiyan bû rêhevala jinên Êzidî!’

Li Şengalê rojnamegeriya jinê, tê wateya bi jinan re rêheval, heval, hemhest û hevpar xwedî derketina têkoşînê. Di vê wateyê de kevneşopiya çapemeniya azad ji rêya bi rêhevaltî li ser rêya heqîqetê bimeşîne derbas dibe. Emîra Zozan got; “Li Şengalê hevaltiyên rêhevaltî û dostanî yên her jina ciwan a ku di xwaze bibe rojnamevan dikşînê xebatên çapemeniyê dibe. Ya ku me ber bi ruhê xebatê ve dikişand, feraseta rêhevaltî ya Nûjiyan bû” û axaftina xwe wiha domand:

“Nirxên ku Heval Nûjiyan afirand ewqas hêsan pêk nehatin. Ya herî zêde guh da jinên Êzidî yên ku xwe spartine Serdeşta Şengalê Heval Nûjiyan bû. Nûjiyan ku ji bo vegotina çîrokên dayikan ked da, bi hemû jinan re bû heval. Sira karê wê dizanî bû ku bi jinan re hevrêtiyê bike ye. Bi taybet dayîkan ji Nûjiyan re girêdayî bû. Jinên Êzidî destpêke bi rêya Nûjiyan çapemeniyê nas kirin. Em jî wek şopdarên heval Nûjiyan dest ji têkoşîna wê bernedin. Nûjiyan li Serdeştê dest pê kir û em jî îro li seranserê Şengalê ne tenê jinên Êzidî, dikarin xwe bigihînin jinên Ereb jî. Berpirsiyariya me ya mezinkirina têkoşîna hatiye dayîn heye. Heval Nûjiyan di 3’ê Adara 2017’an de bû qurbaniya xiyanetê. Pêşmergeyên ku di fermanê de civaka Êzidî bi tenê hiştin, vê carê ji bo dagirkirina Şengalê hatin. Heval Nûjiyan a ku li kêleka cangoriyên azadiyê yên li ber êrîşên dagirkeriyê disekniyan rawestiya bû, bû hedefa êrîşên pêşmergeyên PDK'ê. Heman pêşmergê di fermanê de bi hezaran jinên Êzidî ji destê DAIŞ’ê re hiştin û reviyan. Ger Heval Nûjiyan û rêhevalên wê nebûya belkî serê qirkirina hat jiyîn bihata nixumandin. Lê belê wek ku ew plan kiribûn pêk nehat û bi pêşengiya rojnameger-şoreşger Nûjiyan Erhan qirkirina li ser civaka Êzidî hate kirin, ji tevahiya civaka Êzidî û gelên cîhanê re hate vegotin."

'Êrîşeke dijwar heye'

Li Şengalê navnîşanek ku bi êrîşên Tîqaka 9’ê cotmehê pêşdikevin, qada çapemeniyê û xebatkarên wê dibe. Emîra Zozan ku rêbazên êrîşa PDK'ê ya ku dixwaze girêdana çapemeniyê ku jinan ya bi rêya rêhevaltiyê Nûjiyan afîrandine dinirxîne, wiha got: “Li ser çapemeniyê zextên giran heye. Ji bo me bitepîsinin û bitirsînin, hevalên me birîndar kirin, gef li me dixwin, kêrê didin qirika me û dixwazin sîxur bikin. Bi gelek rêbazên bi vî rengî hewl didin ku ragihandina me ya rastiyê asteng bikin. Dîsa bi rêya medyaya dîjîtal êrîşeke dijwar li dayikan tê kirin da ku hest, raman û ya herî girîng xebatên xwe yên jiyanê nebêjin. Her jineke Êzidî ku ji çapemeniya azad re diaxive, bi destê PDK’ê di medyaya dijîtal de tê teşhîr kirin. Bi van rêbazan re hewl tê dayîn vîna jinê bê şikandin. Lêbelê aresteyên dijmîn ya li dijî me nafile, nirxên ku keda wan berdela hatiye avakirin heye. Piştî vê saetê belavkirina wan an jî tunekirina wan ne pêkan e.”

‘Kamera û pênûsa Nûjiyan wê tu carî li erdê nemîne’

Di roja me ya îro de rastiya zindî kirina dîrok û vîna civakekê ya, bi hebûna tevnên felsefî, rêgezên bîrdozî û bi têkoşîneke li gorî mezinahiya hestê pêş dikeve. Berdelên ku di vê têkoşînê de hatin dayîn çêbûn. Heval Nûjiyan jî yek ji van berdelan bû. Emîra Zozan baweriya ku têkoşîna Nûjiyan Erhan da di soza ku Heval Nûjiyan daye de tîne ziman: “Bila dijminê me bizane ku îro bi dehan jinên Êzidî li ser şopa Heval Nûjiyan ji Nûjiyan bûyin namzet e. Nûjiyan in. Kamera û pênûsa Nûjiyan wê tu carî li erdê nemîne."

Îfşakirin bi saya çapemeniya azad pêk hat

Suham Şengalî ya ku xwendekara Nûjiyan Erhan û tiştên fêrbûye îro jinên Êzidî di qada dîplomasiyê de digihîne hemû jinan û di heman demê de di têkoşîna li dijî êrîşên li ser jinên Êzidî yên ku  berdewama qirkirinê ne de pêşeng e, têkoşîna ku Nûjiyan a ji bo jinên Êzidî vegot;

“Ez hemû şehîdên di têkoşîna azadiyê de gihîştine asta şehîd bûne bi bîr tînim. Ger civaka Êzidî piştî fermanê tiştên di fermanê de jiyane karîbûn ji cîhanê re ragihîne, ev bi saya çapemeniya azad e. Têkoşîna ku piştî fermanê hat dayîn di heman demê  têkoşîna jinên Êzidî bû. Di pêşxistin û mezinkirina têkoşîna jinên Êzidî de,  xebatên Nûjiyan Erhan û kedkarên çapemeniyê yên rêya wê dişopanîn, bi bandor bû. Li dijî civaka Êzidî şerekî taybet a dijwar tê meşandin. Îfşakirina rastiya şerê tê meşandin bi berpirsiyariya çapemeniyê pêşket. Heval Nûjiyan pêşengiya vê kir. Têkoşîna Heval Nûjiyan da, wê bi jinên Êzidî re xist nava girêdanbûnek xort.”

Nûjiyan dema xiyanet û dagirkeriyê belge dikir hate hedefgirtin

Xebatkarên çapemeniya azad û rojnamegerên ku heqîqetê tînin ziman ku her tim polîtîkayên dagirkeriyê yên faşîzmê yên li ser civakê eşkere kirine û her tim bûne hedefa êrîşên dagirkeran. Suham Şengalî bal kişand ser zextên li çar aliyê Kurdistanê li ser rojnamegerên yên xwedî kevneşopiya çapemeniya azad pêşdikevin û wiha got: "Heval Nûjiyan Erhan jî dema îxanet û dagirkeriyê belge dikir, hedef hat girtin û em îro vê yekê dibînin ku li Şengal û li gelek deveran, destpêke rojnameger tên astengkirin û weke hedef tên nîşandan” û wiha berdewam kir: “Hêzên desthilatdar ji bo rûyê xwe yê qirêj veşêrin pêşî êrîşî çapemeniyê dikin. Li herêma me rasterast hedefa van êrîşan çapemeniya azad  heye. Armanca hêzên ku di sala 2017’an de di bin navê pêşmergeyên Roj de êrîşî Xanasore kirin, şikandina vîna civaka Êzidî û veşartina rûyê xwe yê qirêj bû, pêşî êrîşî çapemeniyê kirin û ji bo vê jî heval Nûjiyan hedef girtin. Îro em dibînin ku li Bakurê Kurdistanê rojnameger tên girtin û zext li wan tê kirin. Her wiha rewşa li Başûrê Kurdistanê jî eynî ye, gelk rojnamevan ji ber ku rastiyê tînin ziman yan di girtîgehê de an jî bi vî awayî tên qetilkirin. Helbet tenê yek armanca van êrîşan heye. Ev ji bo veşartina rastiyan e. Ev êrîş ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kirin. Rastiya ku Heval Deniz û Heval Rizgar û gelek hevalên rojnameger di encama van êrîşan de şehîd bûn, heye. Zîhniyeta ku êrîşî nirxên civakê dike, naxwaze rûyê wê yê rast derkeve holê û ji bo na vê rojnamegerên hedef digre."

'Bîr hat afirandin'

Suham Şengalî bal kişand ser bîra ku li ser rojnamegeriya Nûjiyan Erhan ji bo civaka Êzidî hatiye avakirin û wiha got;

“Civaka Êzidî ji îro re bê arşîv hat. Heta îro çapemeniyeke ku rastî, reng û dîroka civaka Êzidî arşîv bike û bîranînek biafirîne, çênebû. Lê piştî fermana 74’an avabûna çapemeniya azad, bi taybetî avakirina çapemeniya azad ji aliyê jinên Êzidî ve, ji bo civaka Êzidî bîreke girîng afirand. Îro hefizeyel ku em dikarin ji dîrokê re bihêlin ava dibe. Pêşengiya vê yekê Heval Nûjiyan kir. Bi vî rengî jinên Êzidî û civaka Êzidî bi gelên cîhanê re hevdîtin pêk anîn û baweriya wan ya bi xwe re pêş ket. Rêya têkoşînê ya ku Nûjiyanan pêş xistiye rêya me ye û em wek jinên Êzidî em ê xwedî li vê têkoşînê derkevin. Kamera û pênûsa Heval Nûjiyan li erdê nemîne."