‘Sîstema kapîtalîst Rojhilata Navîn xistiye navenda şer’

Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl geşedanên dawî li Rojhilata Navîn nirxand û got ku sîstema kapîtalîst di nava krîzê de ye ji bo xwe ji vê yekê xelas bike Rojhilata Navîn xistiye navenda şer û berjewendiyan.

ROJ HOZAN

Qamişlo-Geşedanên ku di Rojhilata Navîn de çêdibin ji rewşa şer û aloziyan sedema wê ya bingehîn sîstema kapîtalîst e. Sîstema ku bi salan e li ser vîna jin, civak û mirovan serweriya xwe daye ferzkirin û qebûlkirin. Heya asteke bilind serhildanên ku li Kurdistanê rû dan bûne bersiv ji vê sîstemê re lê vê têrê nekir ku ji kokê ve têk bûçe. Di roja îro de vê sîstemê berê şer guherandiye, bûye şerê berjewendiyan û destavêtina nirxên civakan. Ji bo ev sîstem ji kokê ve bê rakirin pêwîst e li şûna wê sîstema demokratîk rêxistina xwe ya civakî û aliyên din bi hêz bike. Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl geşedanên dawî li Rojhilata Navîn nirxand.

‘Sîstemên kapîtalîst Rojhilata Navîn xistine navenda bikaranîna berjewendiyên xwe’

Cîhan Xelîl bandorên ku sîstema kapîtalîst ji bo xerakirin civakan bi taybetî di Rojhilata Navîn de bi xwe re anîne, nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Sîstema kapîtalîst bi salan e li herêmên Rojhilata Navîn xwe bi cih dike. Her wiha herî zêde Rojhilata Navîn xistiye navenda bikaranîna berjewendiyên xwe. Ev sîstem bi xwe di nava krîzê de ye ji bo van krîzên xwe derbas bike, di Rojhilata Navîn de dest davêje jêderên petrol û aboriya herêmê da ku rewşa xwe li ser hesabê civakan sererast bike. Ji bo wê şerê cîhanê yê sêyemîn navenda wê Rojhilata Navîn hilbijart. Em dibînin di roja îro de di navbera welatan de gelek şer û pevçûn hene, li Sûriyeyê deh sal in şer heye. Iraq û hikûmeta wê ya navendî li gel civakê di nakokiyên pir mezin de ne, di heman demê de li Îranê aloziyên civakî û siyasî pir in yanî bi rengekî giştî Rojhilata Navîn bi sîstema kapîtalîst re di nava pevçûnê de ye. Raperînên ku li hemberî sîsteman derketin ji dîrokê heya niha berdewamiya wê heye ku çawa berê li hemberî sîstema şahan jin û civak rabûn serhildanê niha sedsala 21’ê berdewamiya wê ye. Ev serhildan di esasê xwe de li hemberî sîstema kapîtalîst bûn. Di roja îro de em dibînin serhildanên ku bi pêşengiya jinan bi pêş ketine gihîştin asta şoreşê. Li aliyê din şerê di navbera Rûsya û Ukrayanayê de berdewam dike. Rûsya dixwaze niha bi Tirkiyeyê re lihevkirinan bike û li ser hesabê Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, projeyên xwe yên qirêj di Rojhilata Navîn de pêk bînin. Têlikiyên Rûsya û Tirkiyeyê ne stratejîk in tenê li ser esasê berjewendiyan in.”

 ‘Çareseriya bingehîn doza jinan e

Cîhan Xelîl rola jinan a di pêşengiya şoreş û serhildanan de anî ziman û wiha domand: “Bandorên serhildana di nav xwediyên rihên welatparêz de tevdigere û her civakek dixwaze bi aramî û aşîtî bijî. Paradigmaya Rêber Apo bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bû sembola şoreşên jinan. Mînaka wê jî şoreşa jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa bûye şoreşeke cîhanî ji bo hemû jinan. Tevgerkirina civakê li dijî sîsteman, jin pêşengtiya wê dike û li şûna wê alternatîfa sîstemek demokrat bi xwe re ava dike.  Ji bo aloziyên heyî werin derbas kirin rola jin girîng e. Her wiha çareseriya bingehîn ya van aloziyan çareserkirina doza jin e, ger ev ne hat teyisandin ne mumkine ku rewşa civakan ber bi aramiyê ve biçe. Bi hêza jin û civakê encex em bikaribin bigîhêjin azadiyeke mayinde. “

‘Bi hilbijartinan re alîgirên hikumeta Erdogan ketine nav tevgereke leşkerî û siyasî ‘

Cîhan Xelîl hilbijartinên Tirkiyeyê yên ku di 14’ê Gulanê de pêk werin şîrove kir û wiha pêde çû: “Li pêşiya me hilbijartinên li Tirkiyeyê hene ji bo wê her kes dizane hilbijartinên ku pêk werin dê desthilatdariya  AKP, MHP’ê bi îhtîmaleke mezin winda bike. Desthilatdarên hikûmeta Erdogan ketine nav tevgereke leşkerî û siyasî da ku heya ji wan bê van hilbijartinan qezenc bikin. Niha AKP di nava pêşbirkê de ye lê yê ku encama wê diyar bike tifaqa ked û azadiyê ye. Niha AKP’ê di hewildana de ye ku bandora HDP kêm bike. Di nêrîna me de ger desthilatdarên AKP û MHP’ê xwe winda bikin wê şerekî navxweyî  were pêşxistin û şer di Tirkiyê de berfireh bibe. Ya din jî ger bi lîstokên derve Erdogan bi serbikeve wê şer li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye û herêmên Parastina Medya berfirehtir bibe. Her wiha dê pilanên dagirkeriyê her di rojeva wan de be û qirkirina kurdan mijara wan ya sereke be. Qeyrana ku li Tirkiyê rû da ji rewşa erdhejê û lehiyê, Erdogan dixwaze jê feyde bibîne û zêdetir nakokiyan di navbera civakan de derbixe. Em weke xwediyên projeya demokratîk baweriya me bi tevgerkirina demokratîk heye ku HDP temsîla wê dike. Her çiqas HDP bi hêz be û rêxistina xwe li pêş bixîne, wê bidawîkirina siyaseta qirkirinê li dewleta tirk bîne.”

‘Dema tifaqa Kurdan çêbibe dê tu desthilatdar nikaribe vîna civakê têk bibe’

Cîhan Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurdistan navenda Rojhilata Navîn e ji bo wê êrîşên herî zêde li ser gelê me tên kirin. Em dibêjin li hemû beşên Kurdistanê dema tifaq çêbibin tu desthilatdar wê nikaribe vîna civaka me têk bibe. Em di wê baweriyê de ne weke Rêveberiya Xweser ev projeya ku hatiye pêşxistin wê kilîta çareseriya hemû pirsgirêkan be.”