Sînordariya parêzeran li ser girtiyan hat ferzkirin

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin de, ji bo jinên hatin binçavkirin 24 saetan qedexeya parêzeriyê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin, polîsan li gelek bajaran bi taybet li Amedê bi ser malan de girt.

Li Amedê di biryara binçavkirina 22 kesan de bi ser gelek malan de girtin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî, Mekiye Ormancî, Gulcîhan Şîmşek, Dîdar Çeşme û Zekiye Guler, Bedîa Akkaya, Endama Akademiya Jinan Fîgen Aras, Sultan Esen, Hatîce. Gungor, Meral Şîmşek hatin binçavkirin. Dîlan Akpolat ji Îzmîrê hat binçavkirin.

Li Agiriyê hat diyarkirin ku Hevşaredara berê ya Diyadînê Hazal Aras jî bi serdegirtina mala xwe de hatiye binçavkirin.

Navê jinên din ên hatin binçavkirin hêj nehat zelalkirin. Hate hînbûn ku hevdîtina jinan 24 saetan bi parêzeran re hatiye astengkirin û dê wan bibin Enqereyê.

Dîmenên binçavkirina jinan weşandin

Li aliyê din Midûrê Emniyeta Enqereyê ji bo jinên ku danê sibehê binçav kiribûn, dîmena mîzansenî ya ku dema rojnameger hatin binçavkirin amade kir. Polîsan li ser rûpela medyaya dîjîtal dîmenên binçavkirina jinan ên dema ku jin ji malên wan derdixistin bi hewldana serê wan bitewînin digirtin, pêşkêş kirin.