Seyareya ku karkerên tekstîlê hildigirt qulibî
Li navçeya Dêrxasê ya Mûşê di encama qulibîna mînibusa ku karkerên di kargeha tekstîlê de dixebitîn hildigirt, 13 karker birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li Xaçerêya Balefirgeha ser rêya di navbera Mûş û Bedlîsê de qezaya trafîkê pêk hat.
Ajokarê bînîbusa ku karkeran di kargeha tekstîlê de xebitîn ji navçeya Dêrxasê ber bi bajarokê Sûngûyê ve dibir, ji bo ku li seyê li ser rê nexe direksiyon bada lê piştre nekarî kontrol bike. Mînîbus qulipî û bi ketina ber refûjên li kêleka rê sekinî.
Di qezaya pêk hat de 2 jê bi giranî 13 karker birîndar bûn. Piştî mudaxileya tîmên tenduristiyê ya lezgîn, kesên ku birîndar bûbûn birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.