Seyareya ku karkerên jin ên çandiniyê di nav de bûn, qelibî

Li Amasyayê seyareya ku karkerên jin ên çandiniyê di nav de bûn, qelibî. Di qezayê de 19 kes birîndar bû.

Navenda Nûçeyan – Bi destpêkirina karên cotkariyê re karkerên çandiniyê jî ber bi zeviyan ve dest bi rêwîtiyê kirin. Li Amasyayê seyareya ku karkerên jin ên çandiniyê yên di bin rêveberiya Kadriye Aydogru de kar dikirin, di nav de bûn li qada Yildizkoyê qelibî.

Bi agahîdayînê re îtfaiye, AFAD, polîs û ekîbên tenduristiyê çûn cihê qezayê. 18 jê jin 19 kesên ku di qezayê de birîndar bûn piştî mudaxaleya destpêkê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sabuncuoglu Şerefeddin a Amasyayê. Hat zanîn ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e.