Serra Bucak: Ji bo pêçandina birînan em ê xebatên xwe bidomînin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku ji ber piştî saetan mudaxeleya hewayî şewatên li Mêrdîn û Amedê gatiye kirin, texrîbat zêde bûye û got: “Ji bo vemirandinê em seferber bûn, ji bo pêçandina birînan jî em ê xebatên xwe bidomînin.”

Navenda Nûçeyan - Şewata ku bi şev li herêma navbera navçeya Amed Xana Axpar (Çinar) û navçeya Şemrexa Mêrdînê derketibû, hat kontrolkirin. Şewat li cihên niştecihbûnê belav bû, heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 44 kesên ku 10 ji wan rewşa wan giran e birîndar bûn rakirin nexweşxaneyan. Di şewatê de gelek lawir jî mirin. Di saetên ewil de mudaxeleya hewayî li şewatê nehat kirin lê di danê sibehê de piştî ku agir hat kontrolkirin rabûna helîkopteran balê kişand.

‘Piştî saetan mudaxeleya hewayî hat kirin’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak têkildarî karesata şewatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da. Serra Bucak ji bo xizmên welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û wiha got: “Ji ber mezinahiya qada şewatê, helbet ev destwerdan tenê bi hewldanên gelê herêmê û şaredariyê têrê nake. Destwerdana esmanî piştî çend saetan pêk hat, di encamê de ziyanên ku ji ber şewatê derketibûn gihîştin asteke bi êştir.”

‘Îdiayên ji ber pirêzeyan rast nîn in’

Serra Bucak, diyar kir ku li gorî îfadeyên ewil ên kesên ku felaketê dîtine, îdiayên ku dibêjin şewat di encama şewitandina pirêzeyan de belav bûye, rast nîn in û wiha berdewam kir:

“Li gorî îfadeyên gundiyan, tevî ku gelek caran DEDAŞ'ê hişyarî kiriye jî çirûskên têlên elektrîkê yên li ser stûnan ku bi salan nehatine guhertin, di demeke pir kin de li dehan taxan belav bûne. Di şert û mercên dijwar ên havînê de ku li herêma me tê jiyîn, qet nayê qebûlkirin ku stûnên elektrîkê û trafo bên îhmalkirin û li gorî daxwazan tevnegerin.

Ziyana şewatê li ser mal, embar, ax, nebat û sewalan di asteke xeternak de ye. Pêwîst e birîn di zûtirîn demê de bên pêçandin. Weke Şaredariya Bajarê Mezin ji duh bi şev û vir ve ji bo vemirandina agir bi wesayîd, alav û personelên beşên xwe yên agirkujiyê em dixebitin, niha jî em ê bi hevgirtinê xebatên xwe bidomînin û birînên xwe derman bikin.”