Serpêhatiyek ji koçberiyê: Me zarokatiya xwe nejiya

Viyan Akar a ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk di salên 90’î de ji xaka xwe dûr di nava penaberiyê de ji dayik bû, qala serpêhatiya xwe ya di nava penaberiyê de kir û got: “Dewleta Tirk û PDK’ê xeyalên me yên zaroktî jî kuştin.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Di cîhanê de her jin xwedî serpêhatiyek e. Jin, ruxmî hemû êş û azarên ku kişandine, jiyanê bi ruhekî bedew hembêz kirine. Bi taybetî jî jinên Kurd ên tevahî jiyana xwe di nava têkoşîn û berxwedanê de borandine, bûne mînakên herî balkêş ên serpêhatiyan.

Hinek jinên ku xwedî van mînakên herî balkeş in, jinên Wargeha Mexmûrê yên ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk ji ax û warên xwe hatine penaberkirin û di nava rêwîtiya penaberiyê de bûne şahidên gelek bûyeran in.

Ne hewce ye ku em li çîrok û serpêhatiya wan dayikan guhdarî bikin, tenê çavên wan jî me dikin şahidên wan kêliyan. Em di çavên wan jinan de, ji kêliyên ku di penaberiyê de rastî êriş, zilm, birçîbûn û tîbûnê hatine bigre, heta jinên ku zarokên xwe ji dest dane re rû bi rû dimînin. Şahidiya min a ji bo serpêhatiya wan, min dike hevkara êş û azarên wan jinan. Her dayika ku di nava jiyanê de qala serpêhatiya xwe dike, bi gotinên ‘Ma keça min, me gelek tişt jiyaye, em qala kîjan êşên xwe bikin, ne saet, ne roj ne jî sal têra vegotina serpêhatiyên me nakin’ qala serpêhatiyên xwe dikin.

Yek ji jinên ku min şahidiya çîrok û serpêhatiya wê kir, Viyana ku di nava pênaberiyê de çavên xwe li jiyanê vekiriye ye. Viyan tenê yek ji wan kesan e ku bêyî zarokatiya xwe bijî, bi giraniya jiyana penaberiyê dest bi rêwîtiya xwe ya jiyanê kiriye.  

Viyan Akar a ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk di salên 90’î de li malbata wê hatiye kirin, ji xaka xwe dûr di rêwîtiya penaberiyê de li bajarê Zaxoyê ji dayik bûye, serpêhatiya penaberiya xwe ji dayik û bavê xwe guhdarî dike.

Viyan Akar a 32 salî bi vî awayî qala jiyana xwe ya di nava koçberiyê de dike: “Ez ji Wanê me, beriya ku çavên xwe li jiyanê vekim, dayik û bavê min ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçî bajarê Zaxoyê  ango başûrê Kurdistanê kirine. Bêyî ku ez welatê xwe nas bikim, li warekî cuda min çavên xwe li jiyanê vekir. Piştî ku malbata min di sala 1990’an de koçber bû, ez di sala 1992’an de hatim cîhanê. Li gorî dayika min behs dike me gelek zehmetî, zordarî û tiştên nexweş jiyane. Li Zaxoyê tu kesê me tunebû û ji ber tirs û gefên dewleta Tirk em neçar man bi awayekî veşartî bijîn. Piştre me di sala 1995’an de berê xwe da wargeha Etrûşê.”

Rêgiriya PDK’ê li ser wargeha Etrûş

Viyan Akar got ku piştre ji Zaxoyê derbasî wargeha Etrûşê bûne, diyar kir ku li Etrûşê tevî hemû êrîş û ambargoyan jî girêdanek mezin a gel hebûye û wiha axivî: “Li Etrûşê jî zilm û zordariya PDK’ê û dewleta Tirk berdewam kir. Em ji zilma dewleta Tirk reviyan lê li wir jî rastî zilm û zordariya PDK’ê hatin. Her wiha amborgo li ser me hat meşandin. Di vê pêvajoyê de gelek zehmetî hatin kişandin û di nava me de nexweşiyên curbecur çêbûn, bijîşk tunebûn derman peyda bikin. Mîna xeyalekê tê bîra min, em bê av bûn û li wir kaniyek hebû lê ji ber tirsa PDK’ê em nikaribûn biçin ser avê. Gelek mirovên me yên ku dixwestin pariyek nan peyda bikin, bi destên PDK’ê hatin qetilkirin, windakirin û heta niha jî aqûbeta windahiyên me nayê zanîn. Ruxmê hemû êriş û ambargoyan jî girêdaneke mirovan a bi hev re hebû. Hemû kes nanê xwe bi hev re parve dikirin û dibûn sedema xilaskirina jiyana hinek kesan.”

‘Me zarokatiya xwe nejiya’

Viyan Akar a bi gotinên “Dewleta Tirk û mala Barzanî xeyalên me yên zarokatî jî kuştin” hêrsa xwe anî ziman, behsa zehmetiyên jinên ducanî kir û got: “Tiştên ku me wek zarok li wir jiyan kir, gelek bandor li ser jiyana me kir. Ev yek bû sedem ku em zarokatiya xwe nejîn. Her dem di nava me de tirsek mezin hebû. Me nekarî wekî zarokên din zarokatiya xwe bijîn. Em di konan de man, tu parastina me tunebû, derdorê me hebû bi dûpişk û maran tijî bû. Dayikên me yên ducanî, ji ber nebûna bijîşk an zarokên ji dest didan an jî jiyana xwe ji dest didan. Hinek caran jî zarok bêyî dema xwe tijî bikin, ji dayik dibûn û hinek ji van jî jiyana xwe ji dest didan. Dewleta Tirk û mala Barzanî xeyalên me yên zarokatî jî kuştin.”

‘Me bi heriyê tenûr û malan çêdikir’

Viyan Akar, diyar kir ku piştî guhertina heşt wargehan derbasî Wargeha Mexmûrê bûne û wiha axivî: “Me li Nînovayê jî heman tiştan jiya. Mirov diçe cihê ku dibêjê em ê li vir ji xwe jiyanê ava bikin lê careke din koçber dibe. Piştî guhertina heşt waran em derbasî Wargeha Mexmûrê bûn û li wir jî tîbûn, birçîbûn û nexweşî hebû. Dema ku me di zarokatiya xwe de dilîst, me heriyan tenûr û mal çêdikirin. Ji ber ku pêwîstiya me hêrî zêde nan û mal hebû. Me ji germavê av danî û bi kelpîçan ji bo mal çêkirin. Di nava me de parvekirin pir zêde bû, me hemû tiştên xwe bi hevre parve dikir.”

‘Zarok bi parvekirina tiştên xwe xwendina xwe domandin’

Viyan Akar a da zanîn tevî hemû êrîşan jî xwe perwerdekirin û wiha got: “Piştre bi demê re ji bo me dest bi avakirina dibistanê kirin. Hemû zarok kêfxweş û bi kelecan bûn. Ji ber ku me berê di konan de perwerde didît. Hejmarek zêde zarok, bi parvekirina tiştên xwe di dibistanek de xwend. Piştre hêdî hêdî dibistan hatin zêdekirin û kesên xwendin bûn mamoste, bijîşk.”

‘Ez di 16 saliya xwe de bûm dayik’

Viyan Akar a di 15 saliya xwe de hat zewicandin, bi van gotinan qala zewicandina xwe kir: “Min tenê 5 salan dibistanê xwend. Ez hê di 15 saliya xwe de bûm, bêyî ku bizanibim zewac çi ye û çawa ye, hatim zewicandin. Ez bêyî bi pêlîstoka xwe re bilîzim, bûm bûk. Piştî ku ez zewicîm, min bi awayekî veşartî bi pêlîstoka re dilîst. Min jî dixwest bi hevalên re biçim dibistanê û bi van re bilîzim. Ez di 16 saliya xwe de bûm dayik. Min nizanibû dayikbûn çi ye û min nizanibû ez zarokan xwedî bikim. Dema mirov di temek biçûk de bizewice, di aliyê derûnî de pir bi bandor dibe.”

‘Me bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe birêxistin kir û jiyana xwe ava kir’

Viyan Akar, bang li ciwanan kir û dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ku li wargehê sazî û Meclisa Îştar hatin avakirin, jin xwe bi xwe bi rêve dibin. Jinan di nava penaberiyê de xwe birêxistin û perwerde kirin û jin ji tunebûnê hebûn afirandin. Jin di penaberiyê de kedek mezin dan. Me bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe birêxistin kir û jiyana xwe ava kir. Bangawaziya min ji ciwanan ew e xwe birêxistin û perwerde bikin. Ger mirovek xwe perwerde neke, wê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bimîne.”