Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Sine geş bû

Serhildanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat destpêkirin didome. Ciwanan li Sine bi çalakiyên xwe serhildanê geş kirin.

Sine – Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya bi pêşengiya jinan ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin didome. Duh li Sine ciwanan çalakî lidar xistin û bi pêxistina agir taxa Bisarin girtin.

Hêzên ewlehiyê bi riya sîxuran agahî ji xwepêşandana ciwanan girtin û bi guleyan êrîşî wan kirin.

Hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê kuştina hemwelatiyan ji bo xwe kirin karek asan û rojane bi dehan kes dibin hedefa guleyan bêyî ku cudahiyê bixin navbera zarok û mezinan, gule bi ser girseyan de dibarînin.