Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome: Li Mehabadê bi greva giştî

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan bi lez belav dibe. Esnafên li bajarê Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê kepenkên xwe nevekirin, bajêr li dijî qetlîamên ku rejîm pêkanî, dest bi greva giştî kir.

 

Mehabad – Xwepêşandanên ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatibûn destpêkirin, dewam dikin. Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, esnafan ji bo şermezarkirina qetilkirina çalakvanan dest bi grevê kirin û kepengên dikanên xwe venekirin.

Ciwanê Kurd Faeq Mam Qadrî yê 37 salî ku di 13’ê Cotmehê de di xwepêşandanên gel de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû birîndarkirin, piştî ku 25 rojan li nexweşxaneya bajarê Urmiyê di komayê de ma, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Faeq Mam Qedrî ji aliyê gel ve hate teslîm girtin û ber bi Mehabadê ve hate şandin.

Komek qerebalix ya ji Mehabadiyan bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Tolhildan”, “Navê te mezin e Kurdistan, dijmin dihejîne” cenazeyê Faeq Mam Qedrî pêşwazî kirin û xwepêşandana nerazîbûnê hat li dar xistin. Bi mezinbûna xwepêşandanan re, bazirgan û esnafên bajarê Mehabadê jî kepenk nevekirin û dest bi grevê kirin. Gelê Mehabadê ku piştgiriya çalakiyan dikin, rastî zext û tundiya rejîma Îranê tên.