Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome

Li Îranê du meh in serhildanên gel li hemû bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku bi pêşengiya jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kir didomin.

Navenda Nûçeyan -  Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî, ji aliyê rejîma Îranê ve bi pêşengiya jinan û dirûşma Jin, jiyan, azadî dest pê kiribû, du meh in tevî hemû zext, êrîş û girtinan berdewam dike. Bi berfirehbûna serhildanên li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê, pêla girtinan zêde bûye û rojane hejmarek zêde ji hemwelatî, xwendekar, çalakvanên siyasî û rojnamevan ji aliyê hêzên komara Îslamê ve tên girtin.

Kesên tên binçavkirin cihê wan nayê zanîn

Li gora rapora ku di çend rojê dawî de hatine belavkirin, sê jinên ciwan ên bi navê Hediye Porraz, Atna Ferhemend û Mûbîna Îsazade ji aliyê koma Lahîcan ve hatin girtin û tu agahiyek der barê çarenûsa wan de nîn e. Her wiha rojnamevan û çalakvana mafên jinan Maral Daravrîn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat revandin û wê birine cihek nediyar.

Roja duşemê Emîr Hisên werzîşvanê bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat gulebarankirin û girtin û wî birine cihek nediyar. Her wiha 15 hemwelatiyên din ên bajarê Sine û hemwelatiyek xelkê gundê Merîwan bi navê Şaxewan Xawreyî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye revandin û tu agahî der barê wî de nayê zanîn.

Hêzên Îranê li her derê çalakgeran binçav dikin û digrin

Nivîskar û  çalakvana Sosyalist a ji xelkê Tewrîz Emîr Çemenî roja borî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin. Parêzer Mustafa Nilî li balafirgeha Tahranê hat girtin. Piştre hêzên ewlehiyê çûne mala dayika wî û piştî lêkolînan dest danîne ser nasnameya parêzerî û belgenameyên kar û li gel xwe birine.

Ciwanek temenê wî 17 salî yê bi navê Rehîm Birahîm xelkê Zahîdan û Ferîd Muradî xwendekarê masterê yê erdnîgariya siyasî li zanîngeha Terbît Medrasî li Tahranê hat girtin û tu agahiyek der barê çarenûsa wê de nîne.

Li gorî raportê du birayên Beluç xelkê Zahîdanê, zêdetirî 38 roj in hatine girtin, hê di girtîgehê de ne. Her wiha Şehriyar Şemis xwendekara karêgerê ya zanîngeha Azadî Tahran ku di nava çend rojên borî de hatibû girtin bi riya pêwendiyek telefonê bi malbata xwe re diyar kir ku ketiye çalakiya gireva birçîbûnê.