Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 65’emîn de didome

Serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, tevî hemû zext, komkujî û girtinan jî didome.

Navenda Nûçeyan - Serhildana ku piştî qetilkitina Jîna Emînî ya di 16’ê Îlonê de, li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, ketiye roja xwe ya 65’emîn. Tevî hemû zext, komkujî û girtinan jî gel kolanan naterikîne.

Qetlîama “Îna bixwîn” a ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve dema xwepêşandanên gelê Zahedanê yên girêdayî parêzgeha Sîstan Belûçistanê de pêk hat, ket hefteya xwe ya heftemîn. Li bajarên Zahedan, Seravan, Xaş û Îranşehrê gelek welatî daketin qadan û li dijî rejîma Îranê dirûşmeyan berz kirin. Li Khashê gel li kolanan bi dar xistina meşên xwepêşandanen nêrazîbûnê rejîma Îranê şermezar kirin.

Trafîkê girtin

Xelkê Nîlasê jî li ber baregeha Muhafizên Şoreşa ya Îranê kom bûn û kevir avêtin. Hêzên rejîmê gule li xwepêşanderan reşandin. Piştî wê gel, rêya di navbera Serdeşt û Pîranşehrê dan ber agir û ji trafîkê re girtin.

Qanûnên Îranê ciyawaz e

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di raportekê ku duh hat weşandin de, diyar kir ku xwepêşandanên li Îranê, jin û mêrên ji kokên nîjadên cuda di bin ala mafên jinan de dimeşin û azadiya jinan tê wateya azadiya hemû kesan. Rêxistinê di raporê de balkişand ku qeyrana aborî li Îranê gelek kesan ber bi xizaniyê ve aniye û bandor li jinan dike û wiha hat gotin: “Qanûn û polîtîkayên Îranê li dijî jinan ciyawaz e. Zarokên keç û jinan bi gelemperî piştî zewacê hin zêdetir rastî êrişa zayendî tên.”

Lêkolînera payebilind a Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ya li beşa mafên jinan a perwerde, kar, û cudakirina malê jî di nav de Ratna Begum, diyar kir ku bi watêdar e ku zarokên keç û jinan di daxwazek guherina raqîkal de bibin pêşeng.

50 zarok hatin qetilkirin

Li bajara Bukanê di 48 saetên dawî de di xwepêşandanên ji bo bîranîna kesên di Mijdara 2019’an de jiyana xwe ji dest dabûn de, di encama gulebarana hêzên rejîmê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. UNICEF’ê di daxuyaniyekê de ragihand, ji destpêka sala 2022’an ve heta niha li Rojhilata Navîn 580 zarok hatine qetilkirin û nêzîkî 50 zarok jî di serhildana gel ya Îranê de hatine qetilkirin. UNICEF’ê fikarên xwe yên di vî warî de jî anî ziman.

342 kes hatin qetilkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di rapora xwe îstatîstîk a nû de ragihand ku di serhildana gel a li dijî rejîma Îranê de 43 jê zarok, 26 jî jin herî kêm 342 kes hatin qetilkirin.