Serhildana gel a li Îranê di meha 9’emîn de ye

Serhildana gel a ku piştî qetilkirina Jina Emînî ya ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve hat qetilkirin bi pêşengiya jinan destpê kir, di meha xwe ya 9'emîn de berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Serhildana gel a piştî ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve qetilkirina Jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya bi pêşengiya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kir, ket meha xwe ya 9'emîn. Gel, li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê ku li dijî serhildanê darvekirin jî di nav de her cure zext xist meriyetê, daxwaza xwe ya azadiyê bilind dikin.

Xwendekar Bamshad Suleimankhanî ya 21 salî ku di 28’ê Gulanê de bi giliya ser êş ji girtîgehê derketibû jiyana xwe ji dest da. Xelkê ku diyar kirin ciwan ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin, bûyera hat jiyîn şermezar kirin. gelê ku li bajarê Abdanan ê parêzgeha Îlamê ya Îranê daketin kolanan, qetilkirina Bamshad Suleimankhanî şermezar kirin.

Êrîşî xwepêşanderan kirin

Li gelek deverên bajarê Abdanan gel li kolanan agir pêxistin. Xwepêşandêrên ku li dijî rejîma Îranê dirûşm berz kirin, sembolên hikûmetê şewitandin. Dîmenên ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine belavkirin, hat dîtin ku hêzên ewlehiyê gule li xwepêşanderan dibarînin û ji bo belavkirina xwepêşanderan gaza rondikbariner bikar tînin. Di encama gulebarana polîsan de bi dehan kes birîndar bûn û gelek kesên ku hêj nasnameyên wan nehat diyar hatin girtin.

Li Tahran û Meşhedê jî xwepêşandan hatin lidarxistin

Her wiha şeva borî li Tahran, Meşhed û gelek bajarên din welatiyan xwepêşandan pêkanîn. Di xwepêşandanan de dirûşmeyên “Ji Hamane re mirin, nalet li Xumeyne bê”, “Evqas sal li vê parêzgehê mirovan hatin kuştin” û “Em komarekî îdam hene naxwazin” hatin berz kirin.

Xwepêşandêran ku li ser dîwaran nivîsê wek “Em hikûmeteke ku zarokan dikujin naxwazin” yên li dijî Komara Îslamiyetê nivîsin, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin û peyama ku agirê şoreşê heta serketinê vemire dan. Xwepêşandêran wiha gotin: "Gel li hemberî kesên ku bi kuştin, darvekirin, îşkence, binçavkirin û cezayên giran dixwazin dengê azadiya gelên bindest bêdeng bikin, serî natewînin."