Sendîkaya Rojnamegeran rapora zextên li ser rojnamegeran eşkere kir

Sendîkaya Rojnamegerên Yemenê diyar kir ku di nava vê salê de 30 bûyerên binpêkirina azadiya rojnamegeran hatine tesbîtkirin û kirine rapor.

Yemen – Li Yemenê pêkanîna zextên sîstematîk li ser rojnamegeran di 10 salên dawî de zêde bûne. Rojnameger tên girtin, sorkirin, rastî êrişan tên û dest datînin ser ekîpmanên wan. Sendîkaya Rojnamegerên Yemenê di rapora xwe ya dawî ya roja 15’ê Cotmehê de bal kişand ku ji serê meha Tîrmehê ve heta 30’yê Îlonê, li Yemenê 30 bûyerên ku azadiya çapemeniyê hatiye binpêkirin şopandiye û diyar kir ku li welat gefên li dijî rojnamegeran didomin.

Li gorî raporê, Hûsî bi 21 bûyerên binpêkirinê ji sedî 70’ê ketine serê lîsteya binpêkirinan, hikumeta ku  di warê navneteweyî de tê naskirin û mutefîqên wê jî 9 bûyerên binpêkirinê (ji sedî 30 pêk anîne.

Gelek bûyerên binpêkirinê hatin tesbîtkirin

Binpêkirinê ku hatine tesbîtkirin ji sedî 47, 14 jê bêparhiştina ji azadiyê, 6 rojnameger hatine darizandin û celbkirin, ji sedî 19, 4 gefxwarin û sorkirin, ji sedî 13, 2 êriş û destdanîna ser ekîpmanên rojnamegeran.

Di raporê de bal hat kişandin ku di warê binpêkirina azadiyê de 10 revandin, 3 girtin û yek şopandin heye û hat diyarkirin ku Hûsiyan 10, hukumetê jî 4 ji van bûyeran qewimandine û ji aliyên cuda girtina 14 rojnamegeran hê jî didome, girtî rastî muameleya xirab tên û ji mafên bingehî bêpar tên hiştin.

Sendîkayê diyar kir ku bûyera êrişê ya ku rojnamegerek rastî êrişê hatiye û avêtine ser mala rojnamegerek de hatiye girtin, yek jê ji aliyê hikumetê ve, yek jî ji aliyê Hûsiyan ve pêk hatiye, Hûsiyan dest dane ser ekîpmanên rojnamegeran, rojnamegerên ku hatine girtin jî di binçavan de rastî muameleya xirab hatine.

‘Divê dawî li pêkanînên li dijî rojnamegeran bînin û rêzê nîşanî mafên wan bidin’

Sendîkayê di rapora xwe de diyar kir ku divê rojnamegerên girtî ên hem di destê Hûsiyan de û hem jî di destê Hêzên Ewlehiyê ya girêdayî Konseya Derbasbûnê de werin berdan. Her wiha hat diyarkirin ku ji ber ev binpêkirin li Yemenê li dijî azadiya çapemeniyê gefeke eşkere ye; divê navenda sendîkayê ya li Adenê were îadekirin û bang li hemû aliyan hat kirin ku dawî li van pêkanînên li ser xebatkarên çapemeniyê bînin û rêzê nîşanî mafên wan bidin.