Semînera mafên mirovan: Jinên girtî yên li Yemenê rastî îşkenceyan tên
Di semînereke mafên mirovan de hat eşkerekirin ku Hûsiyan di navbera salên 2014 û 2022'an de hezar û 714 jinên Yemenî girtine.
Navenda Nûçeyan – Beşdarên semînera mafên mirovan a ku li kêleka civîna 50'yemîn a Encûmena Mafên Mirov li Cinêvê hat lidarxistin, daxwaza azadkirina bilez û bê şert û merc ji jinên girtî yên ji aliyê Hûsiyan ve hatine girtin, kirin. Di semînera mafên mirovan a ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ve hat organîzekirin de, bang hat kirin ku hemû jinên di girtîgehên fermî û veşartî de û di beşên polîs, lêpirsîna sûc û ewlekariya siyasî de girtî ne serbest bên berdan.
Beşdarên semînerê bang li civaka navdewletî kirin ku zextê li Hûsiyan bike ku jinên girtî û winda bi lez û bez azad bikin, hemû binpêkirinên li dijî jinan rawestînin û Hûsiyan bixin lîsteya rêxistinên terorîst ji ber ku binpêkirinên giran li dijî jin û zarokan pêk anîne.
Di semînerê de Seroka Rêxistina Xebata ji bo Mafên Mirovan û Penaberan Leyla Xelîl rewşa jinan a li Yemenê, di dema şerê navxweyî yê ku di sala 2014’an de dest pê kiribû û girtinên keyfî yên li ser jinan, her wiha windakirinên bi zorê û îşkencekirina jinan nirxand.
Seroka Rêxistina Birokin Tişîr Dr. Erwa El-Xetabî behsa binpêkirinên mafên jinan ji aliyê Hûsiyan ve kir û da zanîn ku Hûsiyan jin ji hemû mafên weke perwerde, tenduristî û kar bêpar hiştine û hemû maf û destkeftiyên ku jinan di van pêncî salan de bi dest xistine, kêm bûne.
Seroka Hevbendiya Jinan a Aştiyê li Yemenê Nûra El-Cerawî diyar kir ku hejmara girtiyên jin di girtîgehên Hûsiyan de gihiştiye hezar û 714 jinan, 504 ji wan di girtîgeha navendî ya Sanayê de ne û 291 jî di girtîgehên veşartî de ne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hûsiyan 193 cezayên neqanûnî li dijî jinan bi tawanên sîxurî, torên fuhûşê û şerê nerm derxistin. Bi sedan jinên Yemenî di girtîgehên Hûsiyan de rastî îşkenceyê tên."
Hûsiyan gelek binpêkirinan li dijî jinan pêk tînin, di nav de qetilkirin, revandin, îşkencekirin, tacîza devikî û tacawizkirin.