Sembola Kirmaşanê Kaniya Nîlûfer zuha bû
Kaniya Nîlûfer a ku berê li Kirmaşanê sembola jiyanê bû, niha bi temamî zuha bûye.
NESÎM AHMEDÎ
Kirmaşan – Kaniya Nîlûferê, yek ji sembolên navdar ên eyaleta Kirmaşanê bû. Bi salan bi gola xwe ya ku bi nîlûferên zer hatibû pêçan, sembola zindîbûnê bû, ji gelek cureyên giya û ajalan re malovaniyê kiribû. Lê di bîst salên dawî de vê mîrasa xwezayî hêdî hêdê tunebû. Gelek kes vê yekê bi rêvberiya şaş a saziyên rayedar ve dinirxînin.
Zuhabûna kaniyê, tenê bi tunekirina nîlûferan ve bi sînor nema, di heman demê de îhtîmal nema ku bi xwezayî careke din zindî bibe. Di meha Cotmeha îsal de Serokê Saziya Hawirdorê ya Kirmaşanê, Muhammed Huseyîn Felahatî, bi awayê fermî ragihand ku Kaniya Nîlûferê bi temamî zuha bûye. Felahatî, sedema sereke ya ve yekê hişkesalî û kêmbûna berf û baranê nîşan da û da zanîn ku bîrên qaçax ên li derdorê jî hatine girtin. Lê aktivîsên hawirdorê û şêniyên bajar van daxuyaniyan kêm dîtin û li gorî wan ji ber ku ava bin erdê pir zêde tê serfkirin, çandiniya bê plan a ku her diçe zêde dibe û kêmasiya polîtîkayên demdirêj ên ji bo parastina hawirdorê û faktorên ji aliyê mirovan ve bûne sedema vê felaketê. Her wiha bandorek din a vê rewşê jî ew e ku hikumet mijarên hawirdorê esas nagire.
Cihê ku berê goleke bi kulîlkan xemilandî bû niha axa hişk e û cihê zibaleyê ye
Çavdêriyên li ser qadê nîşan didin ku çavkaniya Kaniya Nîlûfer bi temamî zuha bûye, li cihê wê tenê axa terikandî û qirş û qalên giyayan mane. Tu şop ji kulîlkên nîlûferê, ji çûkên koçber û zindiyên din ên li derdora kaniyê nemane. Her wiha wekî ku nebes be cihê ku berê bi kulîlkan xemilandîbû niha bûye çaleke ku zibaleyê davêjinê. Ger rewş wiha bidome di pêşerojê de ev der dê veguhere cihê rijandina zibaleyan.
Zuhabûna Kaniya Nîlûferê, ne tenê pirsgirêkeke cihî ye, di heman demê de nîşaneya tunebûna ekolojiya giştî ya Kirmaşanê ye. Li gorî raporan, çavkaniyên din ên li herêmê, kanî û heta çem jî di rewşeke krîtîk de ne. Tê diyarkirin ku golên weke Hêşîlan û Sarab Yawarî jî di demek nêz de bi xetera zuhabûnê re rûbirû ne. Ev yek rasterast bi polîtîkayên şaş ên hikumetê yên li ser hawirdorê ve girêdayî tê dîtin lewre ev polîtîka dibin sedem ku cureyên biyolojik kêm bibin û li herêmê pêşî li xeterên li ser hawirdorê vekin.
Gelo sedem hişkesalî ye yan polîtîkayên şaş ên rêveberiyê ne?
Li gorî pisporên hawirdorê, nabe ku mirov zuhabûna Kaniya Nîlûferê, tenê bi guherîna avhewayê ve girê bide. Ev krîz encama xirabûna pergala Komara Îslamê ya Îranê ya têkildarî çavkaniyên xwezayî ye. Ji ber ku polîtîka, mekanîzmayên kontrolê û pergalên parastina herêmê ji kokê ve nayên guhertin, xwezaya welat ber bi tunebûnê ve diçe.
Ji ber ku rejîma Îran, girîngî nade hawirdorê, bi çavkaniyên xwezayê dimije û xwedî feraseta şaş a rêveberiyê ye; pêşî li van felaketan vedibe. Bêguman sedema tunebûna pergala ekolojîk a di nava çend salan de îhmal bi xwe ye. Qada ku berê bi nîlûferan xemilandîbû, niha ji derveyî kulîlka sibehê tu nîşaneya jiyanê lê nemaye û bûye cihê zibaleyan.
Axa bi kulîlkan xemilandî niha bûye çoleke hişk û zuha
Kaniya Nîlûferê, ne tenê zuhabûna kaniyek e, tunebûna hemû pergala ekolojîk nîşan dide. Ji ber rêvebirina şaş, gendeliyên pergalî û esasgirtina siyasetê vê sembola xwezayê tune bû. Di vê rewşê de ne tenê xweza, hêviya mirovên ku li vê herêmê dijîn û pêşeroja wan jî namîne. Ev bêdengî tenê nebû sedema zuhabûna Kaniya Nîlûferê, dê bibe sedema tunebûna hemû gol û kaniyên li Kirmaşanê. Van erdên ku berê bi navê “Diyarê çavkaniyan” dihatin binavkirin, niha bûne çoleke bêdeng a bêav û hişk.