Sembola berxwedanê ya li Fransayê Odette Nilés jiyana xwe ji dest da

Odette Mîlês a ku di dema dagirkeriya Nazî ya li Fransayê de bûbû sembola berxwedanê di temenê 100 salî de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li Fransayê yek ji kesên ku dijî dagirkeriya Naziyê bû sembola berxwedanê Odette Nilès’di temenê 100 salî de jiyana xwe ji dest da. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Twîtterê bi gotinên; “Odette Nilès, girêdan sadsale ya bi azadiyê re temsîl dikir” diyar kir ku ew ê girêdayî bîranînên wê bimînin.

Sekreterê Neteweyî ya Partiya Komunîst a Fransayê Fabîen Roussel bi gotinên; “Wê hem serpêhatiya xwe, hem a me, hem jî nirxên jin û mêrên ku em azadiya xwe deyndarên wan in ragihand zarokan” û diyar kir ku Fransayê kesayetek mezin a berxwedêr winda kiriye.

Odette Nilès kî ye?

Odetta, di 27’ê Kanûna 1922’yan de li Parîsê hat dinyayê. Ji sala 1940’î û wir ve bû endama Komunîstên Ciwan. Di dema dagirkeriya Naziyê de belavok belav kir û tevli çalakiyan bû. Di Tebaxa 1941’ê de hat girtin, û wê birin herêma Loire-Atlantique ya li rojavayê welat xistin kampê. Li wê derê komunîstê navdar û berxwedêr Guy Moquet nas kir lê Guy Moquet, bi 47 berxwedêran re hat înfazkirin.

Ji ber têkiliya hestiyarî di navbera wan de wekî dergistiya “Guy Moquet’ hat binavkirin. Odette Nilés, dûre sê salan li kampên cuda ma. Di sala 1944’an de ji kampa Mérignacê reviya û tevli berxwedana li Bordeauxê bû. Odette Nilém, piştî şer jî girêdayî îdeala xwe ya komunîst ma û ji bo mafên jinan têkoşîna xwe domand.