Selwa Al-Maknî: Li Tunisê jin rastî şîdeta siyasî tên

Aktivîsta mafên mirovan Sewla Al-Maknî, diyar kir ku li Tûnisê jin rastî şîdeta siyasî tên û bang li jinan kir ku di her warê jiyanê de divê bixebitin û bi cesaret tevli hilbijartinên li pêş bibin.

ZUHÛR MEŞRIQÎ

Tûnis- Li Tûnisê 6’ê Cotmehê roja Yekşemê hilbijartinên serokomariyê çêdibin. Jinên li welat têkildarî pêvajoya hilbijartinê fikarên xwe tînin ziman û dibêjin ku bi taybetî jin tên hedefgirtin.

Seroka Komeleya Nûbûn û Aîdiyetê Selwa Al-Maknî, li ser zagona hilbijartinê got ku ji rêgeza wekheviya zayendî dûrbûn çêbûye. Selwa Al-Maknî diyar kir ku mercên namzediya jinan zehmet kirine û li dijî jinan şîdeta siyasî heye, ji ber wê jî di pozîsyonên biryargirtinê de her diçe hejmara jinan kêm dibe.

Divê jin mafên xwe bizanibin

Selwa Al-Maknî, bal kişand ser girîngiya ku jin di pêvajoyên hilbijartinê de mafên xwe bizanibin û wiha got: “Tenê jinên ku di pêvajoya hilbijartinê de em navê wan dibihîsin hene. Ji ber ku xebatên siyasî nekirine. Mînak ji ber ku ji tecrubeyek wan ber bi konseyên hilbijartinê ve bibe ditirsin, dema dibin namzed, piştgiriyê nabînin û deng ji bo nayê dayîn, bi girînê îtirazê encaman dikin. Divê jin li dijî tiştên ku dijîn bêdeng nemînin. Divê em jin destpêkê plan û bernameyên xwe bidin nasîn, ji fikrên xwe ji civakê re vebêjin û wan îqna bikin.”

Hebûna jinan di saziyên giştî de kêm e

Selwa Al-Maknî, bang li jinan kir ku dîwarên tirsê hilweşînin û bal kişand ku dem hatiye jin bi partiyan û lîsteyên hilbijartinê re têbikoşin. Her wiha bal kişand ku divê jin di pêvajoyên hilbijartinê de werin perwerdekirin û diyar kir ku ji ber jin di xebatên giştî de kêm in, dema dikevin nava xebatên siyasî, ji ber şîdeta siyasî ya ku dibînin, tirsa ku nikaribin pêşengiyê bikin bi wan re çêdibe û ji ber îhtîmala êrişan li paş dimînin. Sekwa Al-Maknî, da zanîn ku wê xebatên xwe di vê çarçoveyê de kiriye û wiha domand: “Li Tûnisê tevî destkeftiyên jinan jî çanda siyasî hê jî qels e, ev yek jî tê wateyê ku jin di partiyan û konseyên hilbijartinê de kêm in. Jixwe lêkolînên tên kirin jî vê yekê nîşan didin.”

‘Ez hêvî dikim ji têkçûnê netirsin’

Sewla Al -Maknî, bi bîr xist ku di 6’ê Cotmehê de hilbijartin heye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Gelo dê jin bibin namzed? Ez hêvî dikim bibin û ji têkçûnê netirsin. Heta niha tenê du namzedên jin hene û ev yek jî xeyalên mirov dişkîne. Dema ku ez namzediya jinek dibihîsim, bextewar dibim. Gelo komeleyên femînîst û saziyên civakî, ji bo pêşengiya jinan xebitîn? Ev pirs hemû li gorî merheleya li pêş ku weke ya herî girîng tê nirxandin dê li gorî namzedî, tevlibûn û hejmara dengdanî dê bersivên xwe bigrin.”

Divê feraseta civakî biguhere

Selwa Al-Maknî, diyar kir ku li Tûnisê tevî şîdeta ku ku li dijî jinên siyasetmedar heye, îftira û zorbatî jî di nav de, ligel şîdeta siyasî, di sîteyên medyaya dîjîtal êriş li dijî jinan çêdibin û hewl didin zirarê bidin îtibara wan a exlaqî, ev yek jî dibin sedem ku jin gelek zehmetiyan bikşînin. Selwa Al-Maknî bang li jinan kir ku netirsin û bal kişand ku ji bo jin di qada siyasî de baş xwe bi cih bikin û bi bandor bin divê baweriya xwe ya bi xwe bi hêz bikin. Selwa Al-Maknî li ser şîdet û cînayetên ku li dijî jinan li Tûnisê didomin û dibin hedefa mêran, çend mînakan da û got ku divê feraseta civakê were guhertin.

Selwa Al-Maknî, bi gotinên; “Ji bo jinên ku bi awayê hovane tên qetilkirin divê em kiryaran bi awayê herî giran ceza bikin” diyar kir ku divê ev rewş bi xebateke sosyolojîk û psîkolojîk were lêkolînkirin û di vê mijarê de bal kişand ser girîngiya xebata bi hev re ya rêxistinên jinan.