Selen Dogan: Divê di nûçeyê de şîdet neyê normalîzekirin

Ji Komeleya Uçan Supurgeyê Selen Dogan bal kişand ku medyaya heyî tenê xîtabî mêran dike loma divê sazî û dezgehên li ser esasê nûçegihaniya ku bingeha xwe ji mafdariyê digre û hemû beşên civakê dibîne werin avakirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Medyaya giştî ya ku xwedî zimanê nêr e û bi wê rêbazê nûçeyan çêdike, bûyerên qetilkirinê û sûcên li hemberî jinan, bêyî hesasiyet diweşîne. Medyaya desthilatdariyê, di nûçeyên têkildarî qetilkirina jinan de jî rûyê mêr xumam nîşan dide lê yê jinan bi zelalî tê nîşandan, wekî bûyereke magazînel nûçeyê diweşîne. Medyaya heyî bi nûçeyên bi vî rengî careke din şîdetê li jinan dike. Ji Komeleya Uçan Supurge ya Lêkolîn û Ragihandina Jinan Selen Dogan diyar kir ku ji ber sûcên li dijî jinan zêde dibin divê medya hesas nêz bibe û li ser esasê binpêkirina mafan nûçeyan biweşîne. Selen Dogan got got ku divê nûçegihaniya medyaya alternatîf a her kesê dibîne û nûçeyan çêdike zêde bibe.

‘Medya ji bo jinan qadeke têkoşînê ye’

Selen Dogan bal kişand ku medya ji bo jinan her dem qada têkoşînê ye û wiha got: “Pêdiviya me her dem bi amûren ragihandinê, medyayê û derfetên ku em bi wan li dijî newekhevî, cudakarî û şîdetê têbikoşin heye. Lê aliyekî medyayê heye ku dibe sedema newekhevî û binpêkirina mafan loma ji bo me bûye qadeke têkoşînê. Lewre şaşî, alîgirî û şaşîtiya di medyayê de her dem zirarê dide me.”

‘Hêviya min tenê medyaya alternatîf e…’

Selen Dogan da zanîn ku medyaya di nava xwe de wekheviya zayendî ya civakî û perspektîfên mafên mirovan bihewîne dê hem jinan, hem zarokan hem jî hemû aliyan bi hêz bike, ji ber vê yekê divê medya li ser bingeha maf karê xwe bike. Selen Dogan diyar kir ku medyaya heyî tenê mêrên spî yên ku di temenek diyar, xwedî aborî û statuyek civakê de ne esas digre û wiha got: “Medyaya ku tenê xîtabî mêran dike heye. Ji ber wê yekê em jin di nava pergala medyaya desthilatdariyê de nayên dîtin. Wekî zarokan û hemû beşên ku hatine îhmalkirin. Ji bo medya li ser esasê maf, zêdetir mafên mirovan biparêze divê destpêkê xwe lêpirsîn bike. Ez medyayek ku bikaribe vê yekê bike nabînim. Hêviya min ew e ku saziyên alternatîf yên nûçeyan zêde bibin.”

‘Divê hesasiyet li ber çavan were girtin’

Selen Dogan diyar kir ku medyaya alternatîf, hemû beşan dibîne û karê xwe dike, loma divê ku bi destekê were bihêzikirin. Selen Dogan ragihand ku di sûcên li dijî jin û zarokan tên kirin de pêdivî bi medyaya ji bo rastiyê dixebite heye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Nêrîna jinan, bi nûçegihaniyek ku em tenê jinan bibînin nîn e di heman demê de divê em hemû mijaran bibînin. Dema em têkildarî jinan nûçeyan çêdikin, ji aliyekî ve divê em pir hesas bin. Bi taybetî têkildarî sûcên ku li dijî jinan tên kirin, bûyerên qetilkirina jinan û êrîşên destdirêjiyê. Divê ev mijar tu carî bi zimanekî normal neyên ragihandin. Dema ku em bûyerê bi awayê qewimiye vedibêjin em hesasiyetan ji nedîtî ve tên. Ez difikirim ku ev yek nebaş e. Dibe ku em her dem her nûçeyê wekî rastiya wê ranegihînin divê em li ser hinek tiştan, baş bifikirin wisa nûçeyan bidin.”