Sekretera Jinan a Giştî ya SES'ê Selma Atabey hate tehliyekirin

Danaşîna doza Sekretera Jinan a Giştî ya SES'ê Selma Atabey û endamên MYK'ê jî di nav de ya li 8 sendîkavanan hatibû vekirin, hat dîtin. Di danaşînê de Sekretera Jinan a Giştî ya SES'ê Selma Atabey a girtî dihat darizandin, hat tehliyekirin.

Navenda Nûçayên- 9'emîn danaşîna doza Sekretera Jinan a Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustiyê (SES) Selma Atabey û endamên MYK'ê jî di nav de ya li 8 sendîkavanan hatibû vekirin hat dîtin.

Danaşîna ku li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, hat dîtin. Sekretera Jinan a Giştî ya SES'ê Selma Atabey ji girtîgeha lê girtîbû anîn rûniştinê. Gonul Erdem a di hepsa malê de ye ji Dêrsimê bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû.

Selma Atabey bi mercê qontrola edlî hate tehliyekirin

Tevî parêzeran, gelek rêveber û endamên sendîkayê tevlî rûniştinê bûn. Di danaşîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Selma Atabay a ku di rûniştinê de mafê axaftinê girt diyar kir ew îddiayan qebûl nake û daxwaza tehliyeya xwe kir. Heyeta Dadgehê ya piştî parastinan biryara xwe da, biryar da ku Selma Atabey bi şertê kontrola edlî were berdan. danaşîna din taloqî 2'yê Cotmehê hat kirin.