SEHA: Li Sûdanê xwendevanên jin ji ezmûnan bê par mane
Tora Jinan a Quloçê Afrîkayê (SEHA) banga tedbîrên lezgîn kir da ku xwendekar bighîjin perwerdehiyê û balkişand ser pêwîstiya berfirehkirina parastinê û mîsogerkirina gihîştina wan a lênêrînê.
Sûdan – Ezmûnên Sertîfîkayên Sûdanî yên sala 2026’an, di demekê ku pevçûnên berdewam li çend herêmên Sûdanê berdewam dikin, îro dest pê dikin. Di serdemeke ku hejmareke mezin ji xwendekaran ji perwerdê bêpar kiriye, bi taybetî li deverên ku di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ne.
Tora Jinan a Qiloçê Afrîkayê (SEHA) duh bangek li hemû aliyên peywendîdar ên li Sûdanê kir ku tedbîrên lezgîn bigrin da ku xwendekarên jin û mêr bikaribin bighîjin perwerdehiyê. Torê bang li Wezareta Perwerdehiyê ya Sûdanê, rêxistinên navneteweyî û aliyên şer kir ku bi hev re bixebitin da ku rêyek ewle ji bo xwendekaran mîsoger bikin, çarçoveya parastin û piştgiriya awarte ji bo perwerdehiya keçan berfireh bikin û gihîştina wan a lênêrîna psîkolojîk û civakî û formên din ên piştgiriya lezgîn, mîsoger bikin.
Ji ber pevçûnan herî zêde xwendevanên jin astengiyan dibînin
Torê destnîşan kir ku gelek xwendekarên jin dê nikaribin beşdarî azmûnan bibin, ji ber ku ew li deverên pevçûnê ne an jî ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ve derketina wan hatiye astengkirin. Ev yek bi barên giran ên darayî û nebûna piştgiriya berdewam a ji bo pêvajoya perwerdehiyê li Sûdanê re dijwartir dibe. Di heman demê de bi sedan keçan di nav şert û mercên pir xeternak de ji bo bidestxistina mafê xwe yê perwerdehiyê ezmûnên dijwar û êş kişandine.
Xwendevan bi sedan kîlometreyan rêwîtiyê dikin
Torê piştrast kir ku di du hefteyên borî de, zêdetirî hezar û 800 xwendekar ji Darfûrê gihîştine Atbara, Dewleta Çemê Nîlê û zêdetirî 300 xwendekarên ji Kordofan gihîştine El Obeida Dewleta Kordofana Bakur. Hin ji wan heta 700 kîlometreyan rêwîtiyê kirine û di dema rêwîtiya xwe de rastî dizî, çavtirsandin û tundiyê hatine. Yên din ragihandin ku ger di rêya xwe ya azmûnan de werin girtin, ji hêla RSF ve bi binçavkirin û mirinê hatine tehdîtkirin. Ji ber van gef û xetereyên giran ên li ser rêyan, bi hezaran jinên ciwan nekarîn bighîjin navendên azmûnan.
Banga avakirina hawîrdorek bi ewle û rûmet
Torê ragihand ku astengkirina berdewam a gihîştina jinên ciwan bo perwerdeyê bi rêya gef, çavtirsandin û tundiyê divê wek têkçûnek giran a parastina sivîlan û zarokan were hesibandin. Beşek ji şêweya berfirehtir a binpêkirin û wehşetên ku şerê li Sûdanê diyar dikin û banga kiryarên lezgîn kir da ku gihîştina ewledar a mafê perwerdeyê di hawîrdorek ewle û bi rûmet de were mîsogerkirin.