‘Sedema bingehîn a binpêkirinan polîtîkayên desthilatdariyê ne’
Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, Songul Argunaga, bi bîr xist ku sedema bingehîn a binpêkirina mafan, polîtîkayên desthilatdariyê ne û got ku ew ê li dijî wan polîtîkayan têbikoşin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – 10’ê Kanûnê roja pejirandina Belavoka Mafên Mirovan e û ji 10’ê Kanûna 1948’an ve heta niha her sal di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan, di navbera rojên 10-17’ê Kanûnê de çalakî tên lidarxistin û balê dikşînin ser binpêkirinên ku di warê mafên mirovan de çêbûne.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî di vê çarçoveyê de “Rapora di sala 2024’an de binpêkirina mafên mirovan” weşandin. Li gorî raporê; di 11 mehan de 692 kesan ji ber îşkence û muameleya xirab ji bo giliyê serî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê dane. 81 jê zarok, herî kêm 2 hezar û 805 kes jî bi îşkence û muameleya xirab hatine binçavkirin.
Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê Songul Argunaga, li ser binpêkirina mafên mirovan û sedemên wan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxandin kir. Songul Argunaga diyar kir ku zêdebûna bûyerên binpêkirina mafên mirovan bi polîtîkayên desthilatdariyê ve girêdayî ne û got: “Sedema vê tabloya reş, polîtîkayên desthilatdariyê ne.”
‘Desthilatdarî mafan nas nake’
Songul Argunaga wiha got: “Îro li Tirkiyeyê tablo qet xweş nîn e. Em li welat bi tabloyeke reş re rûbirû ne. Pêvajoya li pêş me jî qet ronî xuya nake. Ji bo derketina ji vê tarîtiyê em têdikoşin. Em dibînin ku li ser jinan, girtiyan, zarok û karkeran gelek binpêkirin hene. Em dikarin bibêjin ku destlatdarî tu mafan nas nake û polîtîkayek li dijî mafan dimeşîne.”
Binpêkirina mafê jiyana jinan
Songul Argunaga ragihand ku di her warê jiyanê de mafên civakê tên binpêkirin, ên destpêkê rastî van binpêkirinan tên jî jin in û diyar kir ku hewl didin mafê jiyanê yê jinan ji dest wan bigrin.
Songul Argunaga, ji bo polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê yên li dijî jinan jî got ku feshkirina Peymana Stenbolê yek ji wan binpêkirinan e û axaftina xwe wiha domand: “Daxwaza herî mezin a me jinan ew e ku Peymana Stenbolê were pêkanîn. Bi teybetî di pêvajoya feshkirinê de, yekser jin bûn hedef. Vê yekê bi xwe re zêdebûna nefreta li dijî jinan û qetilkirinê anî. Mafê jiyanê tê binpêkirin. Em îsal dibînin ku cînayetên jinan zêde dibin. Sedema vê jî polîtîkayên li dijî jinan in. Ji ber wan polîtîkayan jin ji ewlehiyê bêpar in.”
‘Rêxistinbûn raman û azadiya îfadeyê tê hedefgirtin’
Songul Argunaga diyar kir ku di her warî de hewl didin civakê bi “qedexeyan” dorpêç bikin û diyar kir ku civak hem ji mafê şermezarkirinê hem jî azadiya îfadeyê bêpar e. Songul Argunaga wiha domand: “Di serî li Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê ji ber şer û pevçûnan mafên mirovan tên binpêkirin. Xuya ku ger rewş wiha be dê ev binpêkirin zêdetir bibin. Azadiya raman, îfade û rêxistinbûnê tê astengkirin. Ev yek rasterast binpêkirina mafan in. Avêtina qeyûman li ser şaredariyan û tiştên dûre tên jiyîn, nîşan didin ku mafê îfade û çalakiyên gel tên binpêkirin. Binçavkirin, girtin û şîdet bi awayekî zelal binpêkirina mafan nîşan didin.”
Li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûn
Songul Argunaga got ku bi avakirina girtîgehên bi tîpên S û Y re, binpekirina mafên girtiyan zêde bûye û wiha got: “Îsal divê tiştên em bînin rojeva xwe binpêkirinên li girtîgehên tîpên S û Y bûn. Li van girtîgehan, girtî di serî de ji mafên xwe yên jiyanê, ji hemû mafan bêpar tên hiştin. Qada jiyana wan teng kirine û di bin îzolasyonê de dijîn.”
‘Divê em hemû bi hev re têbikoşin’
Songul Argunaga bi bîr xist ku her diçe li dijî polîtîkayên binpêkirinê, têkoşîn xwe zêdetir ferz dike û wiha bi dawî kir: “Di salên derbasbûyî de jî binpêkirin hebûn lê bi polîtîkayên nû kûrtir bûn. Tabloya reş nîşan dide ku dê di demên li pêş me de rewş xirabtir bibe. Ji ber vê sedemê divê parêzvanên mafên mirovan li her derê têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî van polîtîka û binpêkirinan, em ê li mafê nxwe xwedî derbikevin. Hem îro hem jî di demên li pêş de dê têkoşîna me bidome.”