Sebahat Tuncel: Siyaseta civakî divê ji nû ve were hûnandin

Sebahat Tuncel der barê geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê, bi taybet li ser pêvajoyê nirxandin kir û got: “Di civakê de tevî hewaya tirsê heye, îtirazek bi hêz jî heye. Divê mîsyonên rêxistinkirinê werin bicihanîn û siyaseta civakî were hûnandin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel, piştî di Gulanê de hat tehliyekirin, bênavber li qadan xebatên xwe dide meşandin. Em bi Sebahat Tuncel re piştî tehliyebûnê der barê hevdîtinên bi gel re, çavdêrî û pêvajoya siyasî ya li Tirkiye û Kurdistanê de axivîn. Sebahat Tuncel diyar kir ku gel di her qadê de li dijî polîtîkayên êrişan îtiraz dike, da zanîn ku ger îtiraz bi pêşxistina pêşengiyek rast were kirin dê pêşketinên girîng çêbibin.

‘Polîtîkayên zorî û tundiyê di nava civakê de tirsê çêkirine’

Sebahat Tuncel bi gotina; ‘di nava 8 salên girtî de gelek tişt hatine guhertin’ dest bi axaftina xwe kir. Bal kişand ku ji sala 2015’an heta niha polîtîkayên zorî û tundiyê yên dewletê di civakê de hewaya tirsê ava kirine. Sebahat Tuncel da zanîn ku bi binçavkirin, girtin û operasyonan di saziyên rêxistinî de û di xala parvekirina ceribandinan de lewaziyek heye û vê lewaziyê pirsgirêkên rêxistînî derxistiye holê. Sebahat Tuncel di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji salên 1990’an heta niha me di siyaseta demokratîk de ceribandin û rêbazên girîng bi dest xist. Xeta azadiya jinan, careke din, beşdariya ciwanan di siyasetê de û di qada siyaseta demokratîk de di avakirina xala beşdariya sîstema demokratîk de tengbûn heye. Ev rewş ne tenê di me de, bûye sedema lawazbûna tevgera sosyalîst, tevgerên femînîst û qada demokratîk. Di hevdîtinên me kirin de wan jî vê yekê îfade kir.”

‘Pandemiyê û qeyrana aborî awayeke nû yê têkiliyan derxist holê’

Sebahat Tuncel destnîşan kir ku ji derveyî operasyonan, qeyrana aborî û pandemiyê jî li ser civakê guherînên cuda ava kiriye û bi van gotinan cih da rewşên ku bandorê li dînamîka civakê dikin: “Polîtîkayên dewletê yên zorî û tundiyê bandorê li hemû civakê dike. Ya duyem jî pirsgirêkek cidî ya civakê ku qeyrana aborî derxistiye holê heye. Fikara mirovan a ji jiyanê pirsgirêkek bingehîn e, pirsgirêka ku wê jiyanê çawa berdewam bikin heye. Di pêvajoya 2022’an de pêvajoya ku pandemiyê derxist holê, şêweyê têkiliya nû bûye şêweyê aborî, şêweyeke têkiliyê ku mirovan ji civakê qut bike heye. Çavdêriyek min a din ew e ku di civakê de rewşeke bêhêvîtiyê heye. Negirtina encamên hilbijartina mirovan bûye sedema bêxemiyê lê belê di hilbijartinên 31’ê Adarê de careke din di civakê de moralek cidî derket.”     

 Sebahat Tuncel bi mînaka moral û têkoşînê axaftina xwe domand, bal kişand ser eleqeya li hemberî hevşaredarên Wanê û da zanîn ku vê yekê moral û têkoşînê nîşan daye. Sebahat Tuncel amaje bi wê yekê kir ku têkoşîna heyî, di civakê de bersivek cidî girtiye, moralek mezin derketiye holê. Sebahat Tuncel îşaret bi wê yekê kir ku civak rewşa heyî qebûl nake lê belê bi zor û zextê rewşa ku nizane çi bike, li gel pirsgirêkên ku tên jiyîn veguheriye bêhêvîtiyek cidî, loma li dijî vê rewşa îtirazê roleke mezin ketiye ser siyasetmedaran.

‘Siyaseta civakîbûnê gelek girîng e’

Sebahat Tuncel di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev îtiraz girîng in, li cihê ku îtiraz hebe, rewşa nepejirandina halê heyî heye. Der barê siyaseta me de jî rexne hene. Bi qasî tê xwestin necivakîbûn çênebûye. Di van şerên faşîzma hatiye avakirin de têkoşînek heye, ev girîng e lê belê daxwaza ku vê bi pêş bixin jî heye. Rêveberiyên xwecihî divê nêzîkatiyên pêşxistina rêveberiya xwecihî ya alternatîf, saziyên me yên weke DEM Partî, DBP, DTK û HDK’ê, li gorî erk û misyona xwe siyaseta civakî careke din bihûnin, zexta demokrasiya radîkal careke din civakî bikin. Li gorî min wê bi van yekan ji bendewariyan re bibe bersiv. Di çavdêriya min a van du meh û nîvên dawî de min ev dît; belê rast e mirov îtiraz dikin, heta pirsgirêka ku muxatebên van rexneyan nedîtin heye, hêviya mirovan heye ku dê pêşeroj were guhertin. Ger em bikaribin vana rast binirxînin, ez bawer dikim ku em ê di pêvajoya li pêşiya xwe de hemleyek bi hêz pêk bînin.”

 ‘AKP û tifaqên xwe demên xwe yên herî lawaz dijîn’

Sebahat Tuncel der barê polîtîkayên rejîma AKP-MHP’ê yên li hemberî pirsgirêka Kurd de axivî û got: “AKP’a ku dixwaze komara duyem ava bike, dixwaze bi temamî Kurdan, jinan û Elewiyan ji derve bihêle. Desthilatdariya AKP’ê naxwaze pirsgirêkê çareser bike. Dixwaze pirsgirêkê bi zext û zorê bi dawî bike. Vê jî gelek eşkere îfade dike. AKP dixwaze komara xwe ya duyem ava bike, Erdoxan dixwaze xwe weke avakerê vê bibîne. Hemû stratejiyên xwe bi vê armancê dikin. Ji ber vê tifaqa komarê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de bi bin ketin û demên xwe yên herî lawaz dijîn. Em vê ji serlêdana tundî û rêbazên zoriyê fam dikin. Tundî nebe desthilatdar xwe li ser lingan nagirin. Ji ber vê her cure rêbazên zorê xistine meriyetê.”

‘Bi polîtîkayên rizandinê dixwazin gelê Kurd ji derve bihêlin’

Sebahat Tuncel bal kişand ku weke plana şark-îslahat ku beriya sedsalan hatiye amadekirin plana duyem a rizandinê di meriyetê de ye û wiha got: “Di nava AKP’ê de gelek îtiraz hene, AKP’ê mîrasê xwe xwar û xilas kir. Li wê derê tiştek nema. Fîgur Erdogan jî di civakê de weke berê bandorê çênake. Dixwazin Kurdan di vê pêvajoyê de ji derve bihêlin. Polîtîkayên xwe yên hundir û derve li gorî vê dîzayn dikin. Îtirazkirina hilbijartinên li Rojava, careke din rejîma qeyûm û di dema êrişan de di vê pêvajoya demkî de stratejiya ku Kurdan ji derve bihêlê ye. Dema em li dîroka Tirkiyeyê binêrin, em dibînin ku di sala 1925’an de planeke veşartî ya şark îslahatê heye. Dewlet jî dixwaze vê planê bixe meriyetê. Di dema komara duyem de plana çokdanînê di meriyetê de ye. Ew jî veşartî hatiye amadekirin û plan heman e. Bi plana qirkirina çandê re hewldanek ku hemû nirxên Kurdan biqurtîne heye. Di mijara dejenerekirina nasnameya Kurdan de bê keyasyetkirin heye. Dixwaze polîtakaya xwe ya rizandinê bixe meriyetê. Êrişên dema dawî, binçavkirin û girtin hemû parçeyek ji vê stratejiyê ye.”

‘Ji bo daxwaza çareseriyê têkoşînek rêxistinkirî şert e’

Sebahat Tuncel herî dawî bi van nirxandinan dawî li axaftina xwe anî: “AKP’a ku ketiye krîzê, çareseriya wî çareseriyek şexsî ye, netewperestî ye. Daxwaza me ya çareseriya demokratîk ji ber vê yekê weke gef dibîne û êriş dike. Divê hemû kes vê bibînin, ev makezagon ne makezagonek demokartîk e. Ew rewş daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd bêwate nake. Daxwaza çareseriyê hê heye û ev jî daxwazek gelek bi hêz e. Divê muzakere û diyalog hebe. AKP bi tecrîda li Îmraliyê, dixwaze vê ji holê rake. Divê ji bo ev daxwaza gel pêk weke zêdetir birêxistinkirî têkoşîn were kirin. Em ê bi têkoşîn û rêxistinê aştiyê ava bikin. Em dizanin maf nayên dayîn tên girtin.”