Sê salên serhildanê: Jin, Jiyan, Azadî têkoşîna hemû jinan e
Serhildanên Jin Jiyan Azadî sê salan li pey xwe hişt. Jinên ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman ku jin li Rojhilat bi zextekî mezin a Îranê re rû bi rû ne û gotin: “Jin, Jiyan, Azadî têkoşîna hemû jinan e.”

MARÎA QEDÎMÎ
Sine – Di salvegera sêyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de divê mirov pirsa: Têkoşîna jinan didome, yan jî hatiye vemirandin? Bike. Gelo ev felsefe dikaribû di jiyana civakî de xwe bide der û bigihîje îdealên xwe, yan jî di asta windabûnê de ma? Gelo piştî sê salan dîtîna fêkiyên vê têkoşînê pêkan e yan na?
Elham Muzafferî di dema serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin, bi mehan girtî maye û rastî îşlenceyên giran û derûnî hatiye.
‘Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ anî bîra me ku em jin in’
Me jê pirsî hê têkoşîna te didome? Wê wiha got: “Di van sê salan de kêliyek jî destberderdana ji têkoşînê nefikirîn. Berovajî em bi têkoşînê dijîn. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em şiyar kirin, careke din anî bîra me ku em jin in. Di van salan de me hem bûyerên xweş û hem jî bi êş jiyan. Lê ger hûn bipirsin destekfetiyên we çêbûn, ez ê bibêjim erê. Jiyana min û gelek hevalên min piştî vê serhildanê guherî. Berê tenê min koşeyek jiyanê didît, niha li ber min dinyayek nû vebûye. Min rastî dît. Ji ber têkoşîn ne tenê guherîna hikumetek e, guherîna pergala fikrên ku dixwazin jinan weke girtî bibîne ye. Ez li dijî zihniyeta serdestiya mêr ku jiyana min û malbata min xesb dike şer dikim.”
‘Jin, Jiyan, Azadî têkoşîna hemû jinan e’
Elham Muzafferî têkildarî pirsa; “Di nava van sê salan de li Îranê bi taybetî li Rojhilat di têkoşîna jinan de çi guherîn çêbûn?” wiha got: “Jinên li Rojhilat di bin zextek gelek giran de ne. Hem ji ber zayendê hem jî ji ber nasnameya neteweyî tên tepisandin. Weke jinek Kurd dikarim vê bibêjim, çanda me ye ku demek e jinan azad û bi hêz didît, îro di bin dorpêça serdestiya mêr de ye. Jinan ne tenê cihê xwe winda kir, bi temamî rûbirûyî xetera tunebûnê ne. Em vê nedîtinê di cînayetên jinan, bi zorê zewicandin û zewacên di temenê biçûk de dibînin. Hê li gund û bajaran û li hinek taxan jinên weke kole dijîn hene. Înkarkirina vê ne gengaz e. Civaka me ne tenê ji bajar û beşek pêk tê, beşek jê bi pêşketina gerdûnî re nayê wateya ku pirsgirêkên jinan xilas bûye. Jin dîlên cudakarî û zextê ne. Ji ber vê ji bo bersivdayîna pirsa we divê ev rastî were hesabkirin. Jinan ji cihên herî dûr û tenha jî dengê ji bo azadiyê bilind dibe bihîstin, ji pişt dîwarên serdestiya mêr derketin. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê aydê beşeke civakê ye, têkoşîna ji bo hemû jinan e.”
‘Jin beriya serhildanê di xewa zivistanê de bûn’
Elham Muzafferî da zanîn ku têkoşîna jinan di van sê salan de venemiriye, ber bi lûtkeyê ve çûye û got: “Divê em rast bin, jin beriya serhildanê, di xewa zivistanê de bûn. Tevger belav bûn lê belê piştî wê têkoşîn radîkal bû, hejmara jinan zêde bû. Ev têkoşîn temen û zayendê nas nake. Bila jin bizanibin di vê demê de sira serkeftinê, ji her fikir û xetê di yekîtî û piştevaniyê de ye.”
Îlon û asoya ronahiyê ya têkoşîna jinan
Aktivîsta mafên jinan Samane Merîdî têkildarî salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wiha got: “16’ê Îlonê di dîroka têkoşîna jinan de cihê xwe girt, nifşê nû wê vê weke destkeftiya herî mezin bibîne. Ji wê rojê ve jin û mêr her roj zêdetir nêzî heqîqetê dibin. Berê her jinê di malê û di nava civakê de bi tena serê xwe şer dikir, îro xwedî lênêrînek hevpar in û dizanin ne bi tenê ne.”
‘Jin û mêr dizanin ku azadiya jinan tê wateya azadiyê civakê’
Samane Merîdî destnîşan kir ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne xwedî dem û mekaneke diyar e, kilîta azadiya jinan e. Jin û mêr dizanin ku azadiya jinan tê wateya azadiya civakê. Samana Merîdî da zanîn ku têkoşîna jinan berfireh û belawela ye û divê bi vê enerjiyê îrade bibe yek û got: “Divê jin dest ji bêbawerî û navendîbûnê berdin, yekbûnê vegerîne çandek mayînde divê li dijî polîtîkayên parçekirinê em hişyar bin. Beriya serhildanê, bi jinan re min îradeyek wisa nedîtiye, hêviya min jî nebû. Lê belê niha dibêjim; têkoşîna jinan, ronahiya pêşerojê ye. Girtîgeh û îşkenceyê biryardariya me zêdetir kir. Îro gelek hevalên me di girtîgehan de ne. Jinên ku jiyanê di têkoşînê de dibînin, azadiyê ne tenê ji derve, di rizgariya hemû jinan de dibînin û ji bo vê armanca mezin canê xwe didin... Bijî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî!’”