Sê hefte ne tu agahî ji mamosteya zimanê Kurdî nayê girtin

Mamostaya zimanê Kurdî Sewsen Hesen Zade zêdeyî 3 hefteyan e li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye girtin û heta niha çarenûsa wê nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan- Mamosteya zimanê Kurdî Sewsen Mihemed Zade roja 15’ê Gulanê ji aliyê hêzên Îranê ve li cadeyeke bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê bi lêdanê hat binçavkirin. Heta niha jî malbat û parêzeran hevdîtinê bi Sewsen Mihemed re nekirine û hat gotin ku Sewsen Mihemed li girtîgeheke Îtalaetê ya li Urmiyeyê ye.

Hewldanên malbatê bêencam man

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand ku ji dema Sewsen Mihemed hatiye binçavkirin ve tenê carek bi telefonê çend hevok bi malbata xwe de axiviye û ji malbatê re gotiye ku ew li girtîgeke li navendeke ewlehiyê ya Urmiyeyê bi tenê di hucreyê de dimîne.

Li gorî heman agahiyên ku Tora Mafên Mirov dane, çend caran malbatê ji bo zanîna çarenûsa keça xwe serdana dadgeh û navendên ewlehiyê yên Bokanê kirine lê tu bersivek zelal negirtine û hewldanên wan bêencam mane.

Sewsen Mihemed Zade 17 sal in li nava bajêr û gundên derdorê waneya zimanê Kurdî dide. Gelek caran ji aliyê hêzên ewlehiyê bangî wê kirine û gotine ku der barê wê de lêpirsîn hatiye vekirin.