Saziyên Rêveberiya Xweser ên Şehbayê li dijî êrîşan meşiyan
Li dijî êrîşên ser herêmên Başûrê Kurdisatanê û îxaneta PDK’ê saziyên Rêvberiya Xweser ên Şehbayê meşiyan.
Şehba- Li dijî êrîşên ser Başûrê Kurdistanê û îxaneta PDK’ê Tevgera Çand û Huner, KPC , Tevgera jinên ciwan, Tevgera ciwanên Şoreşger û Hîlala Zêrîn meşek li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar xistin. Di meşê de pankertên bi nivîsa “Şopdarên rêya Bêrîtan in, Egîdên Zapê ne”,”Zapê bibe goristana AKP, MHP û PDK’ê” û ”Na ji îxaneta mala Berezanî re“ hatin hildan. Meş ji destpêka navçeya Fafînê ya girêdayî kantona Şehbayê bi berizkirina dirûşmeyên “Bimre Îxaneta PDK’ê”,”Bijî biratiya gelan” û ”Şehîd namirin” heya hola ajokarên navçeyê dom kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Desteya perwerdê ya herêma Efrînê mamoste Bêrîvan Xelîl axivî.
Mamosta Bêrîvan got: “Eger em behsa jiyanek aram û bi rûmet bikin pêwîste şehîdên doza azadiyê bi bîr bînin. Bi saya şehîdan em heya vê kêliya berxwedaniyek bê hempa berdewam dikin. Armanca me ya sereke ji bo lidarxistina meşê ew e ku em bi tundî êrîşên bê navber û îxaneta PDK’ê bi riya meşekê şermezar bikin. Em berxwedana gelê berxwedêr di hemû deverên cîhan de pîroz dikin. Em ji kantona Şehbayê dibêjin heya ku hêz di canê me de heye em ê piştgirya gerîlayên xwe bikin û têkoşîna xwe li hemberî dijiminê hov bilind bikin. Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê bi teknîkên giran êrîşên xwe li herêmên Başûrê Kurdistanê pêk tîne, bi riya êrîşên bê navber dixwazin îradeya gelê kurd têk bibin. Êdî niha bi awayek zelal PDK destên xwe dide dijiminê gelê kurd ê bi hezaran salan.”
Meş bi dirûşma “Bimire îxaneta PDK’ê” û ”Şehîd namrin” bi dawî bû.