‘Sara xwedawenda bedew a çiyayên azad bû’
Yek ji fermandarên YPJ’ê Leyla Waşûkanî destnîşan kir ku Sakîne Cansiz wek jinek pêşeng a Tevgera Azadiyê tim bi rêxistinkirin û perwerdekirina mirovan re mijûl dibû û got, “Heval Sara xwedawenda bedew a çiyayên azad bû.”
SELENA DÊRIK
Navenda Nûçeyan- Yek ji damezrînerên PKK’ê û pêşenga Tevgera Azadiyê ya Jinan Sakîne Cansiz (Sara), d 9’ê Çileya 2013’an de bi hevrêyên xwe Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) re li paytext Parîsa Fransayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin. Bi hezaran ciwan bûn şopdarên pêşenga jiyana azad Sakîne Cansiz û di nav refên azadiyê de cih girtin. Yek ji fermandara Yekîneyên Parastina Jinê YPJ Leyla Waşûkanî bi wesîleya salvegera Sakîne Cansiz ji ajansa me re axivî.
‘Xwedî jiyaneke destanî bû’
Leyla Waşûkanî ya di destpêka axaftina xwe de her sê jinên şoreşger Sara, Ronahî û Rojbîn bibîr anî got “ Xwedawend Sara di pirtûka xwe ya ji sê cildan a bi navê ‘Jiyana Min Her Tim Şer bû’ de jiyan, berxwedan û têkoşîna xwe kêlî bi kêlî hûnandiye û pir aşkera şirove kiriye. Pirtûka şêrejina Kurd Sara Dêrsim ji tevahî jinan re dibe mîrateya herî giranbuha ya serdemê. Vegotina jiyana hevrê û fermandar Sara wisa basît nîne. Tenê şirovekirina hevalên pê re mane û yên ku wê nas dikin, ewê têrî pesindayîna jiyana xwedawend Sara neke. Ji ber ku jiyana heval Sara gelekî têr û tijî ye; her kêliya wê têkoşîn, berxwedan, serhildan û rûmet bû.”
‘Çavkaniya kelecan, manewiyat û hêviyê’
Leyla Waşûkanî anî ziman ku jina serbilind Sara hê di temenek pir biçûk de dest bi têkoşînê kiriye û wiha axivî: “Jiyanek wê ya destanî hebû. Hevrê û fermandar Sara di koma avakar a Partiya Karkerên Kurdistanê de cih girtiye û di heman demê de yek ji kadroyên di destpêka têkoşîna azadiyê de ye. Dîl hatiye girtin û di girtîgehên dijmin de bûye mînaka jina ciwan a berxwedêr û serhildêr. Şehîd Sara di zindanên dewleta Tirk a faşîst de her bi serbilindî li ber xwe daye, serê xwe ji dijmin re qet netewandiye. Wek kelehekê li hember cûntaya qirker sekiniye. Bi cesareteke di asta herî jor de pêşengtiya hemû jinên girtî yên di zindanê de kir. Bi vîneke pir xurt di nav berxwedanê de cih girt, ji tevahî jinan û hevrêyên xwe re bû îlhama têkoşînê, çavkaniya kelecan, manewiyat û hêviyê.”
‘Pir dilsoza Rêber Apo bû’
Di dewama axaftina xwe de Leyla Waşûkanî bal kişand ser nêzîkatiya pêşenga jin Sara û wiha got: “Heval Sara timî bi hevalên xwe eleqedar dibû, coş û moral dida wan. Dikir ku girêdana mirov a bi jiyana azad re zêdetir bibe. Çavkaniya hêviyan û moralê bû. Pir dilsoza Rêber Apo bû. Di her nirxandinên xwe de behsa Rêbertî dikir. Hevala Sara ji bo Tevgera Azadiyê ya Jinan xwedî kedeke mezin bû, di pêşxistina artêşa jinê de bi roleke girîng rabû. Timî bi rêxistinkirin û perwerdekirina mirovan re mijûl dibû. Dema behsa hevrê Sara tê kirin berxwedan, têkoşîn, hezkirin, afirînerî û fedakarî tê hişê mirov.”
‘Pêşenga şer, têkoşîn û jiyanê ye’
Leyla Waşûkanî diyar kir ku Sara ji bo tevahî jin û ciwanan îlhama têkoşînê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heval Sara digot ku divê jin ji bo azadiya xwe û civakê têkoşîn bikin, xwe ji koletiyê û desthilatdariya mêrê serwer rizgar bikin. Ji bo vê yekê pir ked da. Heval Sara xwedî dinyayeke pir mezin û fireh bû. Jineke pêşeng a xwedî rêgez û pîvanên Apoyî bû. Ji bo tevahî jinan sembola azadiyê, nîşaneya jiyana wekhev û azad e. Pêşenga şer, têkoşîn û jiyanê ye. Ji bajarên Tirkiyê, Kurdistanê, zindanan, çiyayan heya qadên Ewropayê li her cihê têkoşîn meşand û şopa xwe hişt. Ew ji Dêrsima serhildêr bû. Ji warê Besê, Zerîfe û Bêrîtanan bû. Hevrê Sara xwedawenda bedew a çiyayên azad bû.”
‘Dixwazim li her derê Kurdistanê kulîlk bên çandin’
Fermandara YPJ’ê Leyla Waşûkanî bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Rêber Apo piştî şehadeta hevala Sara got: ‘Azadiya jinê, têkoşîna Sara ye!’ Em weke heval û şagirtên pêşenga jin Sara di serî de, ji têkoşîna azadiya jinê berpirsyar in. Em ji aliyê Sarayan ve hatine erkdarkirin. Eger hezkirin û evînek me ji azadiyê re hebe pêwîst e timî berê tekoşîn û fikrê me li çiyayan be û em di rêya Sarayan de bimeşin. Hevala Sara digot ‘Ez dixwazim li her deverên Kurdistanê kulîlk bên çandin.’ Çi dibe bila bibe pêwîst e, em vê xwesteka hevala Sara bi cîh bînin. Em careke din di şexsê heval Sara de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Em ê armancên ku şehîdên me ji bo wan têkoşîn kirin, bigihînin serkeftinê. Em ê welatek ji bêhna kulîlkên rengareng diyarî hemû gelên herêmê bikin.”