Sandîkaya Bijîşkên Sûdanê: Êrîşên li ser qada tenduristî rawestînin
Komîteya Amadekar a Sendîkaya Bijîşkên Sûdanê da zanîn ku hedefgirtina sivîlan û qadên tenduristî, hemû yasayên navnetewî binpê dike û banga rawestandina êrîşan kir.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250205-20250205-photo-2025-02-05-08-21-09-jpg6598e1-image-jpgdb1e10-image.jpg)
Sûdan – Komîteya Amadekar a Sendîkaya Bijîşkên Sûdanê duh bi armanca şermezarkirina kiryar û êrîşên ku sivîlan û qadên tenduristî yên li herêmê hedef digirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî û rêxistinên hiqûqî yên cîhanî hat kirin. Hat xwestin ku kiryar û êrîşên ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê ve li ser sivîlan çêdibin rawestînin û parastina wan misoger bikin.
'Xebatkarên tendrustiyê jî hatin kuştin'
Sendîkayê destpêkê êrîşên ku li bajarê Niyela ya rojavayê Sûdanê nexweşxaneya El Nûr ya Çavan hedef girtiye, şermezar kir û wiha got: "Di encama êrîşên balafirên artêşa Sûdanê ya li ser bajarê Niyela ya rojavayê Sûdanê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan jî birîndar bûn. Ev sûc jî dikeve nav rêzekiryarên ku sivîlan hedef digirin. Her wiha hedefgirtina nexweşxaneya El Nûr a Çavan a ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn êrîş kir, em bi tundî şermezar dikin. Di encama êrîşên ku du rojan li ser nexweşxaneyê berdewam kiriye de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nav wan de xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz jî hebûn. Her wiha dilxwazên ku di nexweşxaneyê de dixebitîn jî hatin dîlgirtin. Di heman demê de klînîkên nexweşxaneyê jî hatin rûxandin."
'Ev kiryar yasayên navnetewî yên mirovî binpê dikin'
Sendîkayê kiryarên li ser xebatên dilxwaz ên qada tenduristiyê mîna sûcek dij mirovî pênase kir û wiha bidawî kir: "Hedefgirtina xebatkarên dilxwaz ên tenduristiyê ku di nava şert û mercên dijwar de destek didin gelê sivîl, sûceke dermirovî ye. Her wiha kiryarên li ser wan dimeşînin jî hemû yasayên navetewî yên mirovî binpê dikin. Aliyên ku van sûcan pêk tînin, berpirsyarên komkujî û kiryarên derheqê sivîlan de ne. Em bang li civaka navnetewî û rêxistinên hiqûqî dikin ku bi lez van kiryaran rawestînin. Parastina sivîl û qadên tenduristiyê bikin. Her wiha kujeran li ser tawanên ku sivîlan hedef digirin, ceza bikin."