Salvegera vekirina Pirtûkxaneya Jinên Kurd hat pîrozkirin
Li bajarê Silêmanî 2’yemîn salvegera avakirina Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd ku xeyala Nagîhan Akarsel bû, bi merasîmek taybet hat pîrozkirin.

Silêmanî – Di 24’ê Hezîrana 2023’an de Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd, hat vekirin. Bi merasîmek taybet 2’yemîn salvegera damezrandina Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd hat pîroz kirin.
Çalakvana jin Seywan Rûstem di destpêka merasîmê de axivî. Seywan destnîşan kir ku îro di dîroka rewşenbîriya jina Kurd de rojeke girîng e û armanca wan wiha vegot: “Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd, navendeke ji bo komkirin, parastina çand û dîroka jnên Kurdan yên hemû parçeyên Kurdistanê hatiye vekirin.”
Xeyala Nagîhan Akarsel bû
Di bernameyê de rojnameger, şoreşger û akademîsyen Nagîhan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmanî hat qetilkirin jî hat bibîranîn û hat gotin ku bi vê boneyê, divê rola wê neyê jibîrkirin. Hat bibîrxistin ku ku fikir û xeyala wê ya avakirina vê navendê hebûye û wiha hat gotin: “Lê ji aliyê dijmin ve hate şehîdkirin.”
‘Emê xebatên arşîvkirinê bidomînin’
Di merasîmê de piştî muzîkê belgefîlmek li ser jiyan û têkoşîna Nagîhan Akarsel hat nîşandan.
Rêvebera Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd Tarîfe Heme Reşîd jî li ser girîngiya xebatên jinan sekinî û wiha got: “Di 24’ê Hezîrana 2025’an de, salvegera duyem hat pîrozkirin. Em jin ji bo bilindkirina dîroka xwe û nivîsandina vê astengiyê û êrîşên li ser jinan encam dane, ji bo arşîvkirina vana em dixebitin.”