Salvegera Kongreya Star li Til Temir û Kobanê hat pîrozkirin

Salvegera avabûna Kongra Star li Til Temir û Kobanê bi şahiyan hat pîroz kirin.

Kobanê/Hesekê- Rêxistina Kongreya Star ku weke Yekitiya Star di 15`ê Çileya 2005`an de hat damezrandin. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berfirehbûna kombûna jinan, di 25`ê Sibata 2016`an de Yekitiya Star veguherî Kongreya Star. Bi wesîleya 17`emîn salvegera damezrandina rêxistina Kongreya Star, pîrozbahî li navendên wê yên bajar û navçeyan despêkirine. Bi heman armancê Kongreya Star a Kobanê li hola Firatê şahiyek li dar xist, li navenda Kongra Star a Til Temir jî jinên xeta sînor tevlîpîrozbahiyê bûn. Di şahiya li Kobanê hatî li darxistin de bi sedan ji jinên herêma Firatê, Rêveberiya Xweser, Saziyên civaka sivîl, Partiyên siyasî, Tev-Çand, Hîlala Zêrîn amade bûn. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl axivî.
Mizgîn Xelîl  diyar kirk u Kongreya Star tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hembêz dike û pêşengiya şoreşa 19`ê Tîrmehê dike û wiha domand: “Em weke Kongreya Star bi munasebata salvegera damezrandina vê rêxistinê soza xwe nû dikin û dibêjin ku em ê her tim li dijî tevahî rêbazên êrîşan ên li ser jinan û civakê têkoşîna xwe berdewam bikin. Çawa ku me wekî Yekitiya Star dest pê kir û em bi Kongreya Star bi ser ketin, em ê destkeftiyên jinan û şoreşê jî biparêzin. Bêguman em bi saya bîrdoziya rêber Apo gihîştin vê astê, ji ber vê em ê bi têkoşîneke xurt di pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ berdewam bikin û Rêber Apo bi fizîkî azad bikin."
Piştre koma dibistana muzikê ya TEV-ÇAND’ê, koma şehîd Hevrîn a Hîlala Zêrîn û şehîd Barîn hunera xwe pêşkêş kirin. Herî dawî beşdarvanên şahiyê xelat diyarî Kongreya Star kirin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
"Kongra Star ji bo me nasname ye"
Ji jinên beşdarî şahiyê bûyî Şêrîn Etî ku endama meclisa navçeya Şêranê ye got ku Kongreya Star nasnameya tevahî jinên azadîxwaz e û got: "Em vê şahiyê diyarî Rêber Apo, jinên azadîxwaz û giyana şehîdan dikin. Rêxistina Kongreya Star ji bo me tevahî jinan nasname û pêşeng e. Me weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya vê rêxistinê dest bi têkoşîna ji bo bi desxistina azadiyê kir. Her wiha xwe di tevahî beşên civakê de birêxistin kir û dikaribû li hember tevahî pirsgirêkên jin û civakê bibe bersiv."
"Em ê têkoşîna xwe bi hêztir bikin"
Nayle Qehreman ku di Mala Jin de kar dike wiha axivî: "Ez di Mala Jin de kar dikim ku yek ji rehendên Kongreya Star e. Ev rehend gelekî girîng e ji ber ku bi taybetî cihê çareseriyê ye ku her kes berê xwe dide navenda me. Em îro bi vê şahiyê gelek kêfxweş im her wiha êdî rêxistina me pêvajoyekî bi têkoşînê dagirt li pey xwe hişt. Em dibînin ku ev mîras ji aliyê hêzên hegemon û desthilatdar ve tê hedefgirtin. Ev 17 sal in ku em têdikoşin, ji ber vê ne hêsan e ku têkoşîna me raweste. Berovajî em ê têkoşîn û berxwedaniya xwe roj bi roj bilindtir bikin."
   
Til Temir
Bi armanca salvegera Rêxistina Kongreya Star a 17'an, Meclisa Kongreya Star a navçeya Til Temirê bi şahiyek salvegera xwe pîroz kir û teqezî li ser perwerdekirin û ronîkirina riya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû netew û olên xwe, kirin. Bi derbasbûna 16 salan û ketine sala xwe ya 17'an, Meclisa Kongreya Star a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê bi beşarbûna sazî û rêxistinên civaka sivîl, Partiya Çep, Malbatên Şehîdan a Aşûriyan, YPJ û Meclisa Hêzên Parastina Xabûrê a Aşûriyan her wiha bi beşarbûna Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê ve, şahiyek li pêşiya navenda xwe ya nû li dar xistin. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, paşê Endama Rêveberiya Kongreya Star Madlên El-Ibêd axivî.
Madlên salvegera Kongreya Star li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Armanca me ew e ku jineke azad di nava civakeke azad û demoktarîk de ava bikin. Bi destpêkirina krîza Sûriyeyê, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û di hundirê şoreşê de şoreşa jinan dest pê kir û pêşengiya wê kirin. Kongreya Star pêşengiya şoreşê kirin û di her qadê de xwe birêxistin kirin û jin di nava rêxistin û dîroka jinan de kûr kirin. Di encama berxwedanî û têkoşîna jinan de, gelek pêşengên wê gihîştin asta şehadetê, ji Hevrîn, heya Hebûn, Zehra, Yadê Emîne û Hind û Sîda. Em soz didin ku berxwedan û têkoşîna wan bi cîhanê bidin naskirin, civakeke azad û malbateke azad ava bikin û destkeftiyên jinan û şoreşê biparêzin."
Piştî axaftinê çend nameyên pîrozkirinê ku ji aliyê saziyên sivîl û leşkerî ve hatibûn şandin hatin xwendin. Paşê pesteya ku ji bo salvegerê ve hatibû amadekirin, ji aliyê endamên Kongreya Star ên destpêkê ve ku bi navê Yekitiya Star dixebitîn hat qutkirin û li mêvanan hatin belavkirin. 
Şahî bi gerandina govendê li ber stranên ku têkoşîna jinan vedibêjin, bi dawî bû.