Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn
Yek ji siyasetmedara Kurd a jin Sakîne Cansiz ku 12 sal berê li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Dêrsimê hat bibîranîn.
Navenda Nûçeyan- Ji 3 siyasetmedarên jin ên li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya li navenda Dêrsimê hate bibîranîn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordu û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, rêveberên bajar û navçeyan û gelek kes tev li bûn.
Jinên li pêşiya goristanê hatin gel hev, di dest de qurnefîl heta ser gora Sakîne Cansiz meşiyan. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Dayika Aştiyê Meryeme Tuma axivî û di şexsê Sakîne Cansiz de hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Meryeme Tuma xwest ku tu jin neyên qetilkirin û wiha got: “Em naxwazin jin bên qetilkirin. Em naxwazin dayik bigirîn. Em aştî û azadiyê dixwazin.”
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Sakîne Cansiz û çira vêxistin.