Safia Manzoor: 'Jin, Jiyan, Azadî' bû sedema wêrekî û hevgirtina me

Cîgira Serokê Tevgera Neteweyî ya Beluc Safia Manzoor, destnîşan kir ku jinan bi saya 'Serhildana Jin, Jiyan, Azadî' hişmendiyeke civakî ya nû afirandin û got: "Azadiya jinan mifteya cîhanekî bêzext e."

Navenda Nûçeyan – Li Îranê di Îlona 2022’an de qetilkirina Jîna Emînî ya bi hinceta ku ‘hîcabê li gorî rêgeza îslamê baş nedaye serê xwe’ û xwepêşandanên piştre pêkhatin, bi taybetî ji aliyê jinan ve bû xala werçerxê. Berxwedana jinan bala hemû cîhanê kişand û serhildana ku bi hêza xwe ji dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” girt, li seranserê cîhanê belav bû û piştgiriyan girt.

Jinên Beluc ên di dema serhildanê de hatin hedef girtin, rastî gelek binpêkirinên mafan hatin. Jinên Beluc, hatin binçavkirin, girtin, di kolanan de rastî lêdan û îşkenceyê hatin û hatin qetilkirin. Jinên ku li dijî feraseta serwer a mêr ya netew-dewletê derketin, tu caran dev ji îdîaya xwe ya li Îranê avakirina jiyanek bi azadiya jinê û têkoşîna xwe bernedan.

Cîgira Serokê Tevgera Neteweyî ya Beluc Safia Manzoor, têkildarî bûyerên di salvegera "Serhildana Jin, Jiyan, Azadî" de hatin jiyîn û girîngiya têkoşîna jinan a di roja me ya îro de, ji ajansa me re axivî.

‘Îfadeyeke hovane ya kontrola baviksalar’

Safia Manzoor, qala girîngiya bihîstina dengê jinên Beluc ên ji derveyî sînoran derbas kir û diyar kir ew dixwaze berxwedana wan li goşeta herî dûr ên cîhanê bê naskirin. Safia Manzoor a diyar kir “Qetilkirina Jîna Emînî, îfadeya hovane ya kontrola baviksalar û otorîter a li ser bedana jinan bû," bi bîr xist ku dîroka vê qetlîamê destpêka serhildanê bû.

Safia Manzoor, wiha axivî: "Ez wekî aktîvîstek Beluc, vê yekê mîna dengê hevpar a hemû jinên di bin pergalê wekhev de dijîn, dibînim. Em gelê Belucistanê jî, bi tundiya dewletê, kontrola olî û zordariya civakî re rû bi rû ne dimînin. Qîrîna 'Jin, Jiyan, Azadî' sînoran derbas dike; ev dirûşme ne tenê aydê jinên Îranî ye, aydê hemû jinên ku ji bo rûmeta xwe têdikoşîn e.”

‘Me dît ku em dikarin bibin kirdeyên çalak’

Safia Manzoor, da zanîn dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" ji dirûşmeyek wêdetir e û destnîşan kir ku ev dirûşme veguherî nasnameyek siyasî û çandî. Safia Manzoor, axaftina xwe wiha domand:

"Hêza dirûşmeyê di yekkirina hêvî û berxwedanê de ye. Ji bo jinên Belucistanê, ev tê wateyê ku em xwe ne tenê mîna mexdûr, di heman demê de mîna kirdeyên çalak jî bibînin. Tevgerên jinên Kurd ên sedsala 21’an, ji bo me model û mînakek mezin in. Ev tevgeran, nîşanî me dan ku jin ne tenê dikarin piştgiriyê bidin şoreşan, di heman demê de dikarin pêşengtiyê jî bikin. Ev zanebûn, avahiyên civakî bi awayekî domdar diguherîne."

‘Jin veguherîn qehremanên berxwedanê’

Safiya Manzoor, destnîşan kir peyama serhildanê zelal û bihêz e û jinan nasnameya xwe bi dest xistine û wiha got: "Jin dikarin nasname û dengê xwe ji nû ve bi dest bixin. Ev bi taybetî ji bo me jinên Beluc girîng e. Piraniya me hezkiriyên xwe winda kirin; hevjînên me, xwişk û birayên me an jî zarokên me ji aliyê dewletê ve hatin revandin. Jinên li Belucistanê, ji vê birîna kûr derketine û veguherîn qehremanên berxwedanê. Ji xemgîniyê derbasî çalakiyên siyasî bibûn. 'Jin, Jiyan, Azadî' ji vê veguherînê re dibe ziman û rê nîşan dide.”

‘Divê em destûr nedin ku em ji aliyê sînor, kokên etnîkî an jî olan ve bên dabeş kirin’

Safiya Manzoor, balkişand li ser rola jinan a di derbaskirina qeyranên avahî û aborî yên li herêm û cîhanê tên jiyîn de û behsa pêdiviya hevgirtina navneteweyî ya jinan kir. Safiya Manzoor, axaftina xwe wiha domand: "Ji bo derbaskirina krîzên avahî û siyasî yên li herêm û cîhanê, pêwîste jin hevgirtina navneteweyî ji her demê zêdetir biheztîr ava bikin. Divê em destûr nedin ku em ji aliyê sînor, kokên etnîkî an jî olan ve werin dabeş kirin. Tecrûbeya li Belucistanê nîşan dide jinên ku li dijî bêdengiyê serî hildidin, zanebûnek civakî ya nû diafirînin. Têkoşîna li dijî 'windakirin' û tundiya leşkerî ne tenê têkoşînek herêmî ye; têkoşînek gerdûnî ye. 'Jin, Jiyan, Azadî' di berxwedana me de nirxên mîna wêrekî, berxwedan, hevgirtin û serxwebûn ên mayinde da qezençkirin. Divê ev nirxan, bibe bingeha hemû gavên pêşerojê.”

‘Dema ku jin azad bibin dê gel jî azad bibe’

Safia Manzoor, di dawiya axaftina xwe bersiva pirsa gelo bi civakek demokratîk re wê azadiya jinan çawa dikare bê avakirin da û got: “Civakekî ku jinan azad neke, tu caran nikare demokratîk be. Rizgarkirina jinan ne mijarek duyemîn e, bingeha demokrasiya rasteqîn e. Lewma, divê têkoşîna jinan li dijî serweriya mêran, tundiya dewletê û kedxwariya aborî, bê tawîz be. Ez mîna aktîvîstek Beluc, bawer dikim ku dema jin azad bibin dê gel jî azad bibe. Rizgarkirina jinan, mifteya cîhanek bêzext e.”