Rûxmê êrişan çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin

Rûxmê êrişên dewleta Tirk a li ser heremê jî rêzeçalakiyên Kongra Star didomin. Bi sedan endam û rêvberên mêr ên saziyên civaka sivîl ên Kampa Serêkaniyê li hemberî êriş û tundiya mêr-dewletê meşiyan.

Hesekê – Bi wesîleya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan Kongra Star dest bi hemleyê kir. Bi “Li hemberî hemû cureyên tundiya dewletê û hişmendiya zilam; Jin Jiyan Azadî” rûxmê êrişên dewleta Tirk a li ser heremê jî rêzeçalakiyên Kongra Star didomin. Yek ji rêzeçalakiyên hemleyê lidarxistina meşa mêran li kampa Serêkaniyê bû. Di meşê de Endam û Rêveberên saziyên civaka sivîl û bi dehan koçberên li kampê amade bûn. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, pankartên bi nivîsa ‘na ji qetilkirina jinan, Jin jiyan azadî ‘ hilgirtin. Meşê ji ber Navenda Kongra Star a kamapa Serêkaniyê dest pê kir û li ber dibistana kampê veguherî mitîng.

‘Bi jinên azad civakek azad ava dibe’

Piştî deqeyek rêzgirtinê Endamê meclisa Kampa Serêkaniyê Elî Tewîl da zanîn ku bi azadiya jinan civak azad dibe û wiha axaftina xwe domand: “Bi hezaran salan civak di bin hişmendiya bavksalarî de hatiye xapandin, vê hişmendiyê jin û civakê ji cewherê wan û ji mafên wan dûr xistiye. Armanca hêzên desthilatdar ew e ku civakê bike kole, ve jî li ser jinan pêk tînin. Ji ber ku dizanin dema jin azad bin dê civak azad be lê dema kole be ew civak jî di bin koletiyê de be. Şoreşa me ya îro bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin, pêwîst e em jî wekî mêr hişmendiya xwe biguherînin û li ser esasê zanista jinan xwe bi pêş bixin da ku em civakê vegerînin cewherê wê yê rast û destkeftiyên şoreşê  biparêzin.”

‘Êrîşên dewleta tirk destkeftiyên jinan hedef digrin’

Elî Tewîl  bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Êrîşên deweta Tirk li ser herêmên me di vê heyva Mijdarê de ku piştî çend rojan 25 mijdarê ye ne tesaduf e. Ev êrîş deskeftiyên ku jinan bi destxistine dike hedef, dixwazin îradeya civakê bişkînin û şoreşa me têk bibin. Ji bo wê em hemû cureyên tundiya li dijî jinan şermezar dikin û dixwazin her kes li gorî hevjiyana azad tevbigere û rê li ber pirsgirêkên civakî bigre.”

Meş bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.