Rûvekirî û bi desmala spî di Kampa Holê de digere
Xedîca Salih di xetertirîn kamp di cîhanê de li hemberî jin, malbat û her kesê ku fikrên DAIŞ'ê diparêze û tenê rengê reş hildibjêrin, rû vekirî û wê desmala spî li serê xwe gerandiye û dibêje ku dê kincê reş tu carî li bejna xwe neke.

Hesekê- Kampa Holê bi 45 km. li rojhilatê bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di Kampa Holê de mirov ji derveyî rengê reş di bin konên spî de tu rengên din nabîne. Li vê kampê muzîk nayê guhdarîkirin, giyan û hestên mirovan nakevin tevgerê, tenê xwe di fikrên DAIŞ’a tundrew de kilît kirine. Dibêjin ku ev sînorê me ye, jê şûndetir em gavan navêjin, a ku dilê wê jî hebe bixwaze pêşeroja xwe bibîne dawî li jiyana wê tînin.
Her tişt li vir reş e! mejî, fikrên wan ên tundrew, cil û bergên wan heya zarokên 3 salî û jortir bi cilên reş dixeniqînin û porê wan ê bedew tê veşartin di bin navê ‘guneh’ de û divê ku zarokên keç ji niha de fêrî mislimantiyê bibin. Di bin navê ola îslamê de gelek rastî berovajî kirin, a jê zehmetir jî jê bawer dikin, bi derewa ku dikin bawer dikin û didin bawerkirin. Lê li vir di nava pencên jin û malbatên DAIŞ'ê de, hinek jinên ku li gorî qural û biryarên wan nameşin jî hene. Ji derveyî jin û zarokan, dapîrên ku dixwazin wiha wekî kevokên spî her bifirin û azad bijîn jî hene. Di qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku di 25'ê Tebaxê de hatiye destpêkirin de, gelek kêliyên ku divê werin gotin û nivîsandin hene.
Dapîreke 65 salî, navê wê Xedîca Salih e ji Iraqê ye. Di pêvajoyên jiyana xwe de ji zarokatiyê ve, nûgihiştinê heya ciwanbûn û pîrbûnê gelek êş û azar kişandine. Kesên temenê wan mezin tenê desmalên spî li serê wan in û ev yek di civaka Kurd û Ereb de jî heye. Desmala spî nîşaneya aştiyê ye. Di hinek civakan de dema ku jin wê desmalê datînin erdê, tê wateya ku divê şer raweste.
Xedîca jî di hovîtirîn û xetertirîn kampa cîhanê de ye ku bi fikrên xwe yên tarî her der reş kirine, desmala spî li xwe dike û bi rûyê vekirî digere. Lê belê dîtina dapîreke wiha rûvekirî û bi desmaleke spî pir balkêş e wekî kevokeke spî di nava koma parçemokên şevan de.
"Hat ferzkirin lê min qebûl nekir"
Xedîca Salih dibêje ku ji roja wê çavên xwe li cîhanê vekiriye ve rengê reş li xwe nekiriye û wiha domand: "Li vir li kampê li ser min hat ferzkirin ku ez çarşeva reş li xwe bikim lê belê min qebûl nekir. Kesek ji derveyî Xwedê nikare hesab ji min bixwaze, ez ji kesî jî natirsim."
"Em dibêjin ha gur hat ha dê êrîş bike"
Dema ku me ji Xedîca pirsî ku rastî tacîzkirinê ji aliyê şaneyên razayî yên DAIŞ'ê ve tê ya na, wiha bersiva me da: "Ma çawa ez rastî tacîzkirinê neyêm? Em bi şev ranazên, dibe ku em tenê 15 deqe razên lê xwezî ku em di wan deqeyan de jî bi rihetî razana. Em her vediciniqin, ha gur hat û ha êrîş bike. Em jî wan nas nakin kî ne ew. Tenê dixwazim ku rewş baş bibe û ez vegerim welatê xwe û êdî em bi tiştên wiha re rû bi rû nemînin."
Li dijî fikrên DAIŞ’ê bi şêweyên biçûk jî bin, jin û dapîr li ber xwe didin û li gorî quralên wan nameşin. Lixwekirina çarşevên reş ferz e lê hinek jin û dapîr hene ku naxwazin çarenûsa wan bi wê çarşeva reş re were girêdan û di wê cîhanê de bifetisin. Di sîmayên rû û awirên wê de gelek çîrok hene ku dil dike bibêje lê belê ger ku ji bêdengiya xwe derkeve û bibêje jî teqez wê were qetilkirin. Di wan awiran de pir çîrok hene ku mirov divê bixwîne û jê rastiya gelek bûyeran hîn bibe.