Ruhê seferberiyê: Li Til Temirê alîkarî tên komkirin

Rêvebera Komîteya Alîkariyê a ku ji bo alîkariya koçberên Efrîn û Şehbayê hatiye avakirin Ronaz Yûnis axivî û got ku bi her awayî ew ê koçberan hembêz bikin û bi hevre birînên hev bikewînin.

Til Temir – Li ser banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser seferberiyê û ji bo alîkariya koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku hatine herêmê Tebqa, Reqa û Kantona Cizîrê, îro li bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê jî konê alîkariyê hat vedan. Herwiha giştî komînên bajêr û gundan jî ketine tevgerê de.

Li gorî Rêveberiya Xweser zêdetirî 20 hezar malbatên koçber ji bakurê Helebê berê xwe dane Tebqa, Reqqa û Hesekê.

Li ser vê mijarê jî Rêvebera Komîteya Alîkariyê a ku ji bo alîkariya koçberên Efrîn û Şehbayê hatiye destpêkirin Ronaz Yûnis axivî.

'Tevî di xeta agir de ye lê em ê koçberan hembêz bikin û birînên hev bikewînin'

Ronaz Yûnis got ku îro dirêjkirina destê alîkariyê ji bo koçberên Efrînî erkê her kesî ye û erkekî wîjdanî û exlaqî ye û wiha dom kir: "Pêwîste gel bi germahiyeke mezin koçberan pêşwazî bikin, destê alîkariyê dirêjî wan bikin û wan bi dilekî germ û fireh hembêz bikin. Tevî ku Til Temir bajarekî ku di xeta agir de ye û rojane bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re rûbirû ye, lê ew ê bi her awayî û bi hemû derfetên xwe koçberan hembêz bikin û birînên hev bi alîkariya hev bikewînin."

Ronaz Yûnis balkişand ser zarokê ku ji ber sermayê qefilî û jiyana xwe ji dest da û alîkariyên pêwîst yên ku kom dikin anî ziman: "Demsal zivistan e û ji ber vê sermayê zarokek Efrînî jiyana xwe ji dest da. Ji lewra tiştên pêwîst yên di vê demsalê de mirov dikare xwe pê germ bike tên komkirin. Gel dikare bi her tiştî bibe alîkar, ji betaniya bigre heta îsfincan û hwd. Koçber heta niha nehatine Til Temir, lê belê alîkariya ku em niha ji komînan kom dikin ger koçber neyên jî em ê ji bajarên ku koçber lê kom bûne re bişînin."

‘Em ê heta dawî li gelê xwe xwedî derkevin’

Ronaz Yûnis bangewazî li gel kir û wiha got: "Alîkar bin! Ne tenê îro, her roj û heta ku em malbatên xwe yê Efrînî bicih dikin û hemû pêwîstiyên wan pêşkêş dikin. Rewşeke giran e divê ku her kes bi hevre alîkar bin heta ku were derbaskirin û çareserkirin. Em ê heta dawî li gelê xwe xwedî derkevin."

Konê alîkariyê tê vedan

Li ser vê yekê jî Ronaz diyar kir ku ew konê alîkariyê vedidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Komîteyên hatine avakirin li kolan kolan digerin û alîkariyê kom dikin. Niha konê alîkariyê jî tê vedan, ku gel bi awayekî hêsantir û bi dildarî alîkariya xwe bide û em bi rêya saziyên xwere bighînin navendên pêwîst yên koçber lê kom bûne."

'Erkekî mirovî ye'

Li aliyekî din jî Hevseroka Komîna Şehîd Ibrahîm Fatima Kalo wiha dibêje: "Erkekî mirovî ye, divê em zarokên xwe bê cil û di nav sermayê de nehêlin û em heta dawî bi wanre alîkar bin. Me jî êşa koçberiyê û zehmetiyên wê jiyan kiriye, ji lewra jana ku îro gelê me yê ji Şehbayê hatine em jî wê dikşînin, ji bo wê em berxwedana jinên Efrînî silav dikin û heta dawî em ê alîkar bin."