RSF: Tirkiye mezintirîn girtîgeha rojnamevanan a cîhanê ye

Li gorî rapora RSF’ê; Li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de herî kêm 131 rojnameger hatin girtin û 5 rojnameger hatin qetilkirin. Wekî din, RSF’ê di sala 2018’an de Tirkiye weke “mezintirîn girtîgeha rojnamevanan a cîhanê” îlan kir.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) daneyên xwe yên li ser êrîşên 10 salên dawî yên dema Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan li ser çapemeniyê eşkere kir. Li gorî daneyan di 10 salên dawî de herî kêm 131 rojnameger hatin girtin, ji wan 77 rojnameger bi sûcê “heqareta li serokomar” hatin cezakirin û 5 jê jî hatin qetilkirin. 

RSF’ê bi bîr xist ku piştî hewildana leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an rojnamevanên gelek rojnameyên Ozgur Gundem, Cûmhûriyet, Sözcû û Zamanê hatin girtin, RSF’ê di sala 2018’an de Tirkiye weke “mezintirîn girtîgeha rojnamegeran a cîhanê” îlan kir. Di daneyên hevpar de hat diyarkirin ku gelek rojnameger bûne hedef. 

Her wiha hat destnîşankirin ku di serdema Serokomariya Tayyîp Erdogan de platformên wekî Twitter, Wikipedia û Instagramê hatin qedexekirin.