RSF: Divê reyedarên dewleta Tirk hesab bidin

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas der barê êrişa duh ya ji aliyê dewleta Tirk ve li Seyidsadiqa Silêmaniyê li ser rojnamevanên çapemeniya azad hat pêkanîn de, daxuyanî da û ragihand ku divê rayedarên dewleta Tirk hesabê bidin.

Navenda Nûçeyan- Duh dewleta Tirk li sînorê Seyîdsadiqa Silêmaniyê bi balafirek bê mirov û bi çek êrişî wesayîda rojnamevanên ragihandina azad kir. Di encama êrişa hovane de 2 rojnamevanên jin ên bi navê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevanên din jî birîndar bûn.

Di çarçoveya bertek û helwestên li dijî êrişa li hemberî rojnamevanên çapemeniya azad de, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rojek piştî hişyariya RSF’ê ya der barê zêdebûna tundiya li  hemberî rojnamevanên li Herêma Kurdistanê de, 2 rojnamevanên jin hatin qetilkirin. Di 23’ê Tebaxê de di encama êrişa bi dronan de Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û Rêbîn Bekir jî birîndar bû. Her sê rojnamevan jî di kenala Stêrk TV ku girêdayî Kompanyaya Çetir e xebatên xwe dimeşandin.

Li gorî şahidan, li navçeya Seyîdsadiqa Silêmaniyê wesayîdek ji aliyê dronekê ve hatiye hedefgirtin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ya li Enqereyê ji Agence France-Presse’ê (AFP) re ragihandiye ku êriş ne ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye pêkanîn.”

Her wiha di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Berpirsê Buroya RSF’ê ya li Rojhilata Navîn Jonathan Dagher der barê mijarê de wiha ragihandiye: “Bi qetilkirina sê rojnamevanan tenê di nava du mehan de, Herêma Kurdistanê, di cîhanê de bûye yek ji cihên herî metirsîdar ji bo rojnamevanan. Em vê êrişa ku bûye sedema qetilkirina Hêro Behadîn û Gulistan Tara, şermezar dikin. Em bang li rayedarên Kurd dikin ku bi hemû hurguliyên wê ve vî sûcê ku li ser xaka wan hatiye kirin eşkere bikin. Divê rayedarên Tirkiyeyê hesab bidin; Daxuyaniya Wezareta Parastinê têrê nake. Divê rojnamevanên Kurd werin parastin û ji bo Hêro Behadîn û Gulistan Tara hesab were pirsîn.”