RSF: Di salek de 67 rojnamevan hatin kuştin
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di rapora xwe ya sala 2025'an de ragihand ku li seranserê cîhanê di salek de 67 rojnamevan hatine kuştin. Hat gotin ku nîvê wan li Xezayê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin.
Navenda Nûçeyan - Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di rapora xwe ya li ser pêvajoya di navbera 1’ê Kanûna 2024’an heta 1’ê Kanûna 2025’an de diyar kir ku rojnamevan ji ber kiryar û sûcên hêzên çekdar hatine kuştin û wiha hat gotin: “Rojnamevan namirin tên kuştin.”
503 rojnamevan girtî ne 135 winda ne
Li gorî raporê li seranserê cîhanê li 47 welatan 503 rojnamevan girtî ne.
Welatên ku herî zêde rojnamevan lê girtî ne ev in: Çîn 121, Rûsya: 48, Myanmar: 47.
RSF'ê têkildarî rojnamevanên girtî yên li Tirkiyeyê ragihand ku berevajî îdiayên ku dibêjin bi dehan rojnamevan girtî ne, li girtîgehên Tirkiyeyê tenê 3 rojnamevan girtî ne.
Her wiha 135 rojnamevan winda ne, hinek ji wan 30 sal in nayên dîtin. 20 rojnamevan jî li Sûriye û Yemenê dîl tên girtin.
Herêma ku tenê mirine: Xeza
RSF'ê diyar kir ku di nava 12 mehên dawî de li Xezayê herî kêm 29 xebatkarên medyayê li ser erka xwe hatine kuştin.
Tê gotin ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve rojnamevanên ne li ser kar jî di nav de herî kêm 220 xebatkarên medyayê hatine kuştin.
'Artêşa Îsraîlê dijminê herî mezin ê rojnamevanan e'
Rêxistinê bi bîr xist ku nûçegihanê El Cezîreyê Anas el Şerîf bi zanebûn hatiye kuştin û destnîşan kir ku Îsraîl ‘Bi zanebûn rojnamevanan dikuje.’ RSF'ê artêşa Îsraîlê weke dijminê herî mezin ê rojnamevanan pênase kir lê Îsraîl îdia dike ku êrîşên wê li hemberî Hamasê ne.
Herêmên din ên kujer: Meksîka Ûkrayna û Sûdan
RSF'ê ragihand ku li Meksîkayê 9 rojnamevan hatine kuştin ku piraniya wan rojnamevanan nûçe li ser rêxistinên sûc ên herêmî û têkiliya siyaset-mafyayê amade dikirin.
Hat ragihandin ku li Ûkraynayê 3, li Sûdanê jî 4 rojnamevan hatine kuştin. Saziyên cuda di vê der barê de hejmarên cuda didin.
UNESCO di sala 2025'an de 91 rojnamevan hatin kuştin
Li gorî UNESCO'yê jî di sala 2025'an de 91 rojnamevan hatin kuştin.
RSF'ê bang li hikumetên cîhanê kir ku ji bo parastina rojnamevanan berpirsyariyên xwe bi cih bînin.