Rozerîn Yildiz a rastî êrişê hat, ev mehek e têkoşina jiyanê dide
Rozerîn Yildiz a ji aliyê Ozcan Yildiz ê pê re zewicî bû rastî êrişa bi çek hat ev mehek e têkoşîna jiyanê dide. Dayika wê Şukran Atli got: “Ozcan Yildiz bi çeka dewletê êrişî keça min kir. Yekane daxwaza me edalet û başbûna keça min e.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Di 9'ê Hezîranê de li navçeya Hanî ya Amedê cerdevanê bi navê Ozcan Yildiz ê ku pê re zewicî ye, bi çeka dewletê êrişî dayika 3 zarokan Rozerîn Yildiz kir. Rozerîn Yildiz a ku 8 sal in bi Ozcan Yildizê re zewicî ye û rastî tundiya sîstematîk hatiye, di vê demê de du caran serî li midûriyeta polîsan daye û nêzî 2 salan di stargehekê de maye. Rozerîn Yildiz a ku ji stargehê derket, bi gefan careke din neçar maye biçe malê, ji ber êrîşa ku lê hat kirin ev mehek e li nexweşxaneyê li ber xwe dide.
Ji bo nereve milê wê şikandiye!
Rozerîn Yildiz a roja bûyerê rastî êrişên Ozcan Yildiz hatiye û piştre reviyaye balqonê û alîkarî xwestiye, ji aliyê êrişkar ve rastî îşkenceyê hat û ji bo nereve êrişkar milê wê şikandiye. Tê payîn ku Rozerîn Yildiz a bi salan îşkenceya pergalî dîtiye rastî êrişê hatiye, derbarê êrişkar de biryara dûrxistinê daye girtin. Piştî bûyerê êrişkar di heman şeva bûyerê de hat girtin û wî şandin girtîgehê.
Malbat ev hêyvek e li ber deriê nexweşxane ye
Rozerîn Yildiz a piştî îşkenceyê bi guleya ku ji serê xwe xwariye birîndar bû, ev mehek e li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê dide. Li gor bijîjkan xeteriya wê ya jiyanî hêj berdewam e. Malbata Rozerîn jî ev hêyvek e li ber deriyê nexweşxanê li benda agahiyek xweş in. Dayik Şukran Atli ya derbarê bûyerê de axifî wiha got: “Destûr nedida ku keça min ji mal derkeve biçe nan bistîne. BEriya ku li keça min bide îşkence li ser wê kiriye. Destpêkê milê wê şikandiye piştre li serê wê daye, li ser milê wê gelek şopên neynûkan heye.”
“Bi çeka dewletê êrişî keça min kir”
Şukran Atli wiha berdewam kir: “Rewşa keça min weke xwe ye, tu pêşketin nîne. Ew zilam bi çeka dewletê êrişî keça min kir. Ji ber wê çekê be jî divê cezayê heta hetayî bidin wî zilamê. Ew çek ji bo çi dan wan, ji bo ji jinan bidin? Ez tenê dixwazim cezayê heta hetayî bidin wî, cûda tiştek din naxwazim. Yekane tişta ku dixwazin edalet û bi bi awayekê lez başbûna keça min e.”