Roza ya ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin li Şengalê gihişt malbata xwe

Bi alîkariya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Asayîşa Jin a Kobanê û Hêzin Suriyayê Demokratî jina Êzidî Roza Emîn Bereket li Şengalê gihişt malbata xwe. Roza kêfxweşiya xwe ya gihiştina ser axa Şengalê wiha anî ziman: “Dem amin Asayîşa Jinê ya Kobanê dît demarên min ên jiyanê ji nû ve geriyan û reh bi canê min de hat. Ez nikarim kêfxweşiya xwe ya gihiştina Şengalê bi gotinan bînim ziman.”

Şengal - Li ser êrîşên DAİŞ'ê yên 4’ê Tebaxa 2014’an ên ser Şangalê re 8 sal serbasbûne. Di nav van 8 salan de bi hezaran jinên Êzidî ên di êrîşa ku bi navê ferman û jenosîdê tê navkirin de hatin giritin, revandin, kuştin û tecawiz kirin. Di nav van 8 salan de gelekî hewldanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzin Suriya Demokratîk (QSD) bi alîkariya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî û rêxistinên jinên Êzidî re ku jinên Êzidî yên ketina destê çetayên DAIŞ'ê de bên rizgar kirin.  Bi alîkariya van hêzan hêviya azadiyê ji jinên ku di destê DAIŞ'ê de her diçe mezintir dibe û roj bi roj jin ji destê hêzên tarî û hov tên rizgarkirin. Yek ji jinên Êzidî piştî salên dirêj ji tenêbûn û bê hêvî mayînê gihîşt malbata xwe Roza Emîn Bereket e.
"Bi dîtina Asayîşa Jinê ya Kobanê re demarên min ê jiyanê ji nû ve geriyan"
Jina Êzidî Roza Emîn Bereket sala 2014'an dema ketî destê çeteyên DAIŞ’ê 11 salî bû. Bi vî temanê xwe yê biçuk şahidî ji gelek kiryarên hovane yên çeteyan re kir û tiştên dîtî êşek mezin bi wê da kêşan. Roza tevî malbat û mirovên xwe hemû li gundê Herdan ketin destê çeteyên DAIŞ'ê. Roza 8 sal bi tena serê xwe bê kes di bin zexta çeteyên DAIŞ'ê de ma. Li gel hemû êş, azar û êşkenceya ku dît jî hêviya vegera ser axa xwe timî weke nuqtikek biçuk di goşeyek dilê xwe de veşartibû. Roza di dema kulîlkdana temenê xwe û lîgerîna jiyanê de bû ne dizanî wê çî bi serê wê bê ketibûn destê çeteyan. Ji ber wê biçukbûna xwe ne dizanî çawan bike di destê wan qatîlan de dê biçe kur û çawa bike. Di dema ku çeteyan di xwestin wê derbasî sînorê Turkiyê bike de ji aliya Asayîşa jin ya Kobanê ve hat gitin xw bi vî awayî çîroka kefenê mirinê û zilmata bênefes dawîbû. Roza wê demê hîskir ku ev cih ewleye ji ber wê jî nasnameya xwe hema diyar kir û got ku ew jinek Êzidye. Ji ber şerê taybet ê DAIŞ'ê li ser wan dimaşandin ne dikarîn bêjin ku ew Êzidî ne. Roza da zanîn ku wê bi vî awayî hêviya jiyanê ji nû de dît û biryara jiyanek nû girt. 
"Em spasiya Asayîşa Jin a Kobanê û hemû hêzên bûn alîkar dikin"
Bi saya Hêzên Suriyayê Demokratî, Asayîşa Jin a Kobanê û Tevna Alîkaiya Jinên Êzidî îro li Şengalê li pêşiya avahiya Tevna Alîkaiya Jinên Êzidî Roza Emîn Bereket gihîşt xwişk û birayên xwe yên ku mane û karîn xwe rizgar bikin. Bi hesert û bîrîkirinek gelekî mezin her kes bi eşqa vegera Roza ya li jiyana nû wê hembîz dikin. Piştî Roza giha malbta xwe Tenva Alîkariya Jinên Êzidî daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endama Tevna Alîkariya Jinên Êzdî Hediya Filîs ve hat dayîn.
Hediya Filîs da zanîn ku bi alîkariya Hêzin Suriya Demokratî û Asayîşa Jin a Kobanê ve Roza rizgar bû, ji ber vê alîkariyê ew weke Tevan Alîkariya Jinê Êzidî spasiya wan dikin û wiha domand. “Me Roza îro teslîmê malbata wê kir. Em li ser vê şopê ne heya ku em hemû jinan bikarin rizgar bikin û vegerînin li ser ax û warên xwe. Em dubara sipasiya herkesî bû alîkar dikin."
"Ez carekdin giham ser axa Şengalê"
Roza Emîn Bereket jî hestên xwe yên vegera Şengalê wiha anî ziman: "Ez sipasiya Asayîşa Jin a Kobanê û Hêzên Suriya ya Demokartî dikim ku min rizgar kirin. Piştî wê min birin mala Êzidyan a li Rojavayê Kurdistanê, ev meheke min çêbûye ez ji destê çeteyên kujer rizgarbûme. Ez niha jî gihîştime Şengalê û min malbata xwe dît. Gelekî kêfxweşim. Ev hemû bi saya Hêzên Suriya Demokratîk bû."
"Ezê ticarî vê qenciya QSD’ê ji bîr nekim"
Dapîra Roza Xensê Xelef jî sipasiya Hêzên Suriya Demokratîk kir û got: "Ez sipaiya kesnê bûn alîkar ji bo ku keça min gihîştiye me dikim. Ez qurbana we bim. Ev başiyê jî ezê tu car ji bîr nekim. Hêviya me heye ku hemû jinên ku hîn di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne bên rizgar kirin." 
"Kêfxweşiya min a niha di nava Şengalê de nayê pênasekirin"
Roza Emîn Bereket ji kemereya ajansa me re axivî. Roza destpêkê qala şêwaza rizgarbûna xwe kir û got: "Ez ji aliyê Asayîşa Jin a Kobanê û Hêzên Suriya Demokratîk ve hatim rizagar kirin. Bi min re gelekî bûn alîkar. Ez niha gelekî kêf xweşim. Min niha êdî jiyan dît. Tiştên ku 8 sal di serê min de hatibû çandin hemû şaş derket, taybet dema ku ez li mala Êzidyan bûm, ez pê hesiyam çawan çetan bi zorê tişên dixwazin bi min dane pejirandin. Ji xwe ez biçukbûm dema ketim destê wan ji ber wê jî min nedizanî çawan tevbigerim û ji tirsan min bi ya wan dikir. Kêfxweşiya min niha nayê pênasekirn. Ez nêzî mehekî û nîv rizgarbûme"
"Mala Êzidiyan a Rojava qedrek mezin ji min re girt"
Roza bang li hemû jinên Êzidî yên hîn di destê DAIŞ’ê de mane kir ku vegerin û rastiya heyî ne weke ew difikirine, Şengal niha ji her demê bedewtir û azadtire û wiha dom kir: "Ez hêvî dikim ku hemû jinên hîn mane di destê çeteyên DAIŞ’ê de vegerin. Tişta ku me berê pê difikrî ne raste. Gelekî baş pêşwaziya min kirin, bi taybet mala Êzdiyan a li Rojava eleqeyek gelekî mezin nîşanî me jinê Êzidî didin."
"Jinên şîa dikuştin"
Roza di berdewamiya axaftina xwe qala kêliyên bi êş û zehmet ku dema di destê çeteyan de jiyayî kir û wiha pêde çu: "Zextek gelek mezin li ser me hebû ku em bibin misilman û hemû rê û resmên wan pêk bînin. Te mecbûrî vê yekê dikirin. Ne tenê jinên Êzidî jinên mesîhî jî hebûn. Tişta herî zehmet suka firotina jinan bû. Me weke pez didîtin û tenê ji bo xizmet kirinê bûn. Jiyana bi wan re gelekî zehmete. Jinê ku mezheba wan şîa bû wan dikuştin."
Roza di dawiya axaftina xwe de hêviya xwe ya jiyanekî nû wiha anî ziman: "Ji ber ku min êş û azarên jiyanê gelekî dîtiye, min birayar girt ku ezê xwendina xwe berdewam bikim û bibim bijîşkekî ku derdê xelkên din çareser bikim."
"Cejna Xidir Îlyas bi hatina Roza re bû du cejin"
Endama Tevna Alîkariya Jinên Êzidî ya bi xwe jî esîr ketibû dest çetan Necwa Şengalî jî ev tişt got: "Ez gelekî kêfxweşim ku me îro jinekî din a Êzidî rizgar kir. Ez jî bi xwe di destê DAIŞ’ê de bûm. Niha kêfxweşiya min gelekî mezine. Îro cejna me ya xidir Îlas e ev cejin bi hatina Roza bû du cejin. Em sipasiya her kesî dikin ku bi me re bûn alîkar."