Ronîz Mihemed a li Tişrînê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Ronîz Mihemed Elî ya ku di encama êrişa dewleta Tirk de di 15ˋê Çile de li dijî berxwedêrên li Bendava Tişrînê birîndar bibû, îro jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê sûriyeyê ragihand ku Ronîz Mihemed Elî ya ku di êrişa 15ˋê Çileyê ya li dijî berxwedêrên Bendava Tişrînê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye.
Dewleta Tirk di 15ˋê Çile de yekser berxwedêrên li Bendava Tişrînê nobedarî dikirin bombebaran kiribû, di encamê de karkerê tenduristiyê Omer Hesen û hev du hevjîn Hêza Mihemed û Edhem Elî, endamê Meclisa Rêveberiya Xweser a kantona Firatê Osman Îbrahîm jiyana xwe ji dest dabûn û 19 sivîl jî, di nav de xwendekar Ronîz Mihemed Elî, birîndar bûn.
Îro jî Ronîz Mihemed Elî li nexweşxaneyek Kobanê jiyana xwe ji dest da.