Ronak Mecîd: Rola pêşeng a jinan di pêvajoya aştiyê de
Aktîvîsta siyasî Ronak Mecîd da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo beşdariya jinan di pêvajoya aştiyê de cihekî taybet veqetandiye û got: “Jinên Kurd li çar perçeyên Kurdistanê di têkoşîn û aştiyê de pêşengiyê dikin.”
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî – Qanûna Çarçoveyî ya bi sernavê “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hatiye pejirandin, di 18’ê Tebaxê de di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hate weşandin. Aktîvîsta siyasî Ronak Mecîd a ji Başûrê Kurdistanê, der barê girîngî û encamên erênî yên qanûnê de ji ajansa me re axivî.
‘Bi taybetî jî naskirina ziman, çand û mafên siyasî yên gelê Kurd divê’
Ronak Mecîd, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Tevgera Azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekez dikin ku di qanûna çarçoveyî de gelek kêmasî û netêrkêrî hene û wiha axivî: “Lê belê, ji bo bicihanîna vê qanûnê divê gavên rast û pratîkî werin avêtin. Yek ji gavên girîng û yek ji daxwazên Tevgera Azadiyê, di vê pêvajoya aştiyê de danîna cih û sernavek ji bo Rêbertiya me ye. Diyarkirina nasnavê serokatiyê, azadiya fîzîkî ya girtiyên siyasî û gelek qanûnên din girîng e. Bi taybetî jî naskirina ziman, çand û mafên siyasî yên gelê Kurd, şiyana gelê Kurd a meşandina siyaseta xwe û azadiya hemû kesê ku hilbijêre ka çawa siyaseta xwe bimeşîne.”
‘Yek ji gavên girîng ên qanûna çarçoveyî rewşa Rêbertî ye’
Ronak Mecîd, da zanîn ku li Tirkiyeyê gelek mirovên ku ji ber îspatkirina hebûna xwe û nasnameya gelê xwe û ji ber beşdarbûna di siyasetê de bi niheqî hatine girtin hene û got: “Lewma niha ya girîng ew e ku ev qanûn bikeve pratîkê. Divê girtiyên siyasî û bi taybetî jî Rêbertî were berdan. Danûstandinên ku dewlet bi Rêbertiyê re dike jî, bi rêya şandeya Îmraliyê berdewam dikin. Lewma ji bo vê yekê gava ewil azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Ev girîng e; ji ber ku divê Rêbertî bi xwe bikaribe rasterast pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe. Bê guman, eger Rêbertî nikaribe were û rasterast pêvajoya aştiyê bimeşîne, dê pêvajo bi awayekî kurt û netemam bighîje Tevgera Azadiyê û tevahiya gel. Lewma, azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê, ji bo ku pêvajoya aştiyê rasterast û bi hêz were meşandin, gaveke girîng e.”
‘Ev qanûn ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Tirkiyeyê jî girîng e’
Ronak Mecîd got: “Bê guman, girîng e ku hinek tişt di qanûna çarçoveyî de cih bigirin”, wiha domand: “Divê mafên gelê Kurd di qanûna çarçoveyî de werin mîsogerkirin. Bi taybetî ji bo me, pirsgirêk ne tenê mafên gelê Kurd e, di heman demê de di nava Tirkiyeyê de gelên din jî bindest in. Ev qanûn ne tenê di çarçoveya gelê Kurd de ye, di heman demê di çarçoveya gelên Tirkiyeyê de jî ye. Bi taybetî, divê civaka Kurd bikaribe di vê civaka mezin de hemû pêdiviyên xwe yên çandî, zimanî û olî di nav qanûnê de bicîh bîne û bike pratîkê.”
‘Têkoşîna 50 salan bû sedem ku dewleta Tirk daxwaza danûstandinê bike’
Ronak Mecîd, bi bîr xist ku mafê gelê Kurd heye ku perwerde bibîne û bi zimanê xwe biaxive û wiha pê de çû: “Di sedsala borî de destûr nehat dayîn ku gelê Kurd bi Kurdî biaxive. Gelê Kurd bi rewşek tunebûn û komkujiyê re rûbirû bû. Mafê gelê Kurd tune bû ku bi Kurdî biaxive û siyasetê bike. Gelê kurd li ber tunebûnê bûn. Destûr nehat dayîn ku li Tirkiyeyê bi çand û nasnameya xwe ya Kurdî bijîn. Lê belê Tevgera Azadiyê, bi têkoşîna xwe ya nêzî 50 salan re biser ket ku hebûna gelê Kurd îspat bike û niha dewleta Tirk bi xwe daxwaz dike ku danûstandin pêk werin. Ev tê vê wateyê ku gelê Kurd gihîştiye astek ku dikare hebûna xwe îspat bike. Ev qonaxa ewil bû. Carna piştî şer, qonaxa aştiyê tê. Gelek caran qonaxa aştiyê, ji qonaxa şer dijwartir e. Qonaxa şer, çi bi siyasetê be û çi bi çekan re be, rûbirûbûnek e. Lê ji bo ku qonaxa aştiyê pêşve biçe, pêdivî bi hinek prensîbên bingehîn heye. Divê her du alî di qonaxa aştiyê de însiyatîf bigirin. Lewma divê mafên gelê Kurd di siyaseta Tirkiyeyê an jî di makezagona dewletê de werin garantîkirin. Ne tenê gelê Kurd, di heman demê de gelên din û gelên bindest ên ku mafên wan hatine standin jî, xwedî maf in. Lê belê, gelê Kurd di vê yekê de pêşengiyê dike.”
‘Divê siyasetmedar bên berdan’
Ronak Mecîd, diyar kir ku mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî, mafê pêkanîna siyasetê ye û anî ziman ku hevserok jî di nav de siyasetmedarên Kurd li Bakurê Kurdistanê, di girtîgehê de ne. Ronak da zanîn ku ji ber vê yekê, girîng e ku ev di qanûna çarçoveyî de cih bigirin ku pêvajoya aştiyê pêş bikeve û wiha domand: “Şêwazê rêveberina çand û zimanê xwe, perwerdehiya bi zimanê Kurdî û beşdarbûna siyasî, prensîbên bingehîn in. Divê her kes, her partî û her alî di mijara ku çawa siyaseta xwe dimeşînin de azad bin. Ji ber vê yekê, divê ev di qanûna çarçoveyî de cih bigirin û divê dewleta Tirk wan qebûl bike.”
‘Di qanûna çarçoveyî de gelek kêmasî hene, lê ew gavek e’
Ronak Mecîd, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku di qanûna çarçoveyî de gelek kêmasî hene, lê dîsa jî ew yek gavek e û wiha pê de çû: “Dewleta Tirkiyeyê hêj ji bo aştiyê, danîna çekan û rawestandina pevçûnan gavek neavêtiye. Şerkirin hêsan e, lê pêvajoya aştiyê pir dijwartir e. Rêbertiya me ya ku pêvajoyê dimeşîne, ji vê yekê haydar e û rexneyên ku ji her çar perçeyên Kurdistanê tên li ber çavan digre. Her tişt nikare di carekê de û di heman astê de were temamkirin. Berê jî li her çar perçeyên Kurdistanê gelek pêvajoyên aştiyê hatin jiyîn. Her çend hinek ji wan têk çûn jî, ev nayê wê wateyê ku gelê Kurd winda bûye. Berevajî vê yekê, gelê Kurd piştre bi awayekî xurt berê xwe da siyasetê. Lewma hinek rexne mafdar in û tirsa destpêkirina êrîşeke ya dewleta Tirkiyeyê, ji fikarên hinek kesan çavkanî digre. Lê belê, hinek kesên ku berê Tevgera Azadiyê bi gotina "Çima şer dikin, divê dev ji êrîşan berdin" rexne dikirin, niha heman rexneyan bi awayekî cuda tînin ziman. Niha jî dipirsin, "Çima Rêber Apo tevlî vê pêvajoyê bû, çima ket pêvajoyek ewqas xeternak?". Lê ev yek, parçeyekî ya şerê taybet e.”
Ronak Mecîd, da zanîn hinek mirov ji helwesta dewleta Tirkiyê ya bi taybetî li hemberê gelê Kurd bi fikar in, lê hinek kes jî li ser medyaya civakî şerekî taybet dimeşînin. Ronak destnîşan kir ku van kesan berê digotin ku Tevgera Azadiyê divê li şûna şer rêya aştiyê hilbijêre, lê niha jî ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê rexnê dikin û dibêjin ku pêvajo bêserûber û bê sûd e.
‘Rêbertî ji bo meşandina pêvajoya aştiyê cihekî taybet da jinan’
Ronak Mecîd, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo meşandina pêvajoya aştiyê cihek taybet daye jinan û wiha got: “Di pêvajoyên aştiyê yên li çar aliyê cîhanê de jin bi vî awayî cih nagrin. Di nava Tevgera Azadiyê de jin rolek taybet digrin. Ji aliyê Rêber Apo re erkdarkirina Pervîn Buldan a wekî seroka heyetê, armanc dike ku ew beşdarî danûstandinan bibe, hevdîtinan bike û di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û Rêbertiyê de rasterast wekî pirek tevbigere. Armanc ew e ku jin di pêvajoya ku bi partî û fraksiyonên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê re were meşandin de pêşengiyê bikin.”
‘Jin dikarin pêvajoya aştiyê pêşve bibin’
Ronak Mecîd, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Leyla Zana û Pervîn Buldan jî di nava heyeta ku hat Başûrê Kurdistanê de bûn. Jin di nava Tevgera Azadiyê de û li gel Rêbertî cihekî taybet digirin. Jin dikarin pêvajoya aştiyê ber bi aliyekî din ve bibin û jinên Kurd li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê him di têkoşîn û him jî di aştiyê de pêşengiyê dikin. Dijmin jî ji rola jinan ditirsîne jin dê him di pêvajoya aştiyê û him jî di aştiya Rojhilata Navîn de pêşeng bin.”