Rola jinan di aştiya mayînde de hate nîqaşkirin
‘Kampanyaya sekinandina cînayetên namûsê’ bi sernavê ‘Rola jinan di aştiya mayînde de’ civînek li dar xist. 6 axaftvanên ji herêmên şer lê didome beşdar bûn û hat diyar kirin ku jin aktorên aştiyê, hilgirên hefizayê û avakerên pêşerojê ne.

ŞEHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – 30’ê Tebaxê roja şemiyê bi hewldana ‘Kampanyaya sekinandina cînayetên namûsê’ li ser Zoomê civînek onlîne bi sernavê ‘Rola jinê di aştiya mayînde de’ hate li darxistin. Aktivîsta mafê jinan Elahe Emanî, ji herêma Keşmir a Hindistanê avakera rêxistina aştiyê ya bi navê ‘Nêrgisan’ Temanna Satya, CEO’ya ‘Înîsyatîfa veberhênana civakî û bihêzkirina civakê’ Selamiye Ramadan, hevseroka partiya jinan a Tirkiyeyê Fatma Aytaç, koordînatora tora ‘Avakerên ciwan ên aştiyê’ Vera el-Molla, parêzvana mafê jinan û bijîşk Lama Drabatî û dîroknasa civakî Melîhe Magazî beşdar bûn.
‘Bêyî beşdariya jinan aştiyek mayînde çênabe’
Di vekirina civînê de berdevka kampanyayê Dr. Rizvan Mukaddem axivî û got: “Ji welatên ku şer lê heye, ceribanadin û nêrînên şeş jinan, ne tenê ji bo fêmkirina zoriyên ku rastî tên, di heman demê de ji bo têgihiştin hêza wan a veger di aştî û li hevkirinê de jiyanî ye. Hertim têkoşîna jinan ya bidawîkirina tundiyê, başkirina civakan û avakirina aştiya mayîn de di çeperên herî pêş de ne. Lê belê gelek caran sûdên wan nayên dîtin, an jî ji muzakereyên fermî tên dûr xistin. Ji derveyî sînor û çandan bêyî beşdariya tam a jinan û lîdertiya wan aştiyek mayînde çênabe.”
‘Jinên li qadnên şer daxwaza aştiyê dikin’
Moderatora civînê Elahe Emanî jî anî ziman ku ji dîrokê ve jin ruxmê xeteriyan û gelek deman nayên dîtin ku mîmarên aştiyê û dengê cesûr yê edaletê ne û got: “Jinên di qada şer de li Efgansitan, Filistîn, Sûriye, Lubnan, Tirkiye, Hindistan, Îran û Ukranya daxwaza aştiyê dikin û hewl didin jiyana xwe bidomînin. Jin ne tenê dixwazin tundî bi dawî bibe, di heman demê de vizyona vegerandina civakê pêşkêş dikin, hevrûbûna koka tundiyê dibin, pevçûn tamîr dikin û lihevkirina aştiyê bi çek bêdengkirinê re sînordar namîne, hewl didin ku dengên ku ev demek dirêje hatine bêdengkirin bide bihîstin.”
‘Jin xwedî hêza avakirina aştiya mayînde ye’
Ji Keşmîr Temennas Satya, diyar kir ku jin xwedî hêza ku şer vegerînî aştiya mayînde ne û got: “Jin dayîkên ku malbatan ava dikin e. Li herêmên sînor dijîn û di nava şer de destek didin perwerdeya zarokên xwe. Pêşengiya jinan normên mêrsalarî hilweşandine, hebûna wan a di pêvajoyên aştiyê de hem çêker û hem jî neçarî ye. Lê belê dema hewl didin dengê jinan bibin maseyê aştiyê, rastî berxwedanê tên. Pirsgirêkên jinan ên li Hindistanê gelek astên wê hene, derveyî sînor, qedên wek terorîzm û heta kaosa siyasî bi xwe girtiye, ruxmê vê jî jin bi rêya perwerdê di maseyên muzakereyan de cih girtine û sûd dide pêvajoyên aştiyê.”
‘Aştî ne xeyal e’
Aktivîsta Filsitînê Selamiye Ramadan da zanîn ku aştî ne xeyaleke, neçariyek rojane ye û got: “Dema mal hilweşiyan, çavkaniyên dahatê tune bûne, yên ku ji nûve jiyana rojane ava dikin disa jin in. Qayimîna aborî, başkirina civakê û lêpirsîna pergela bê edaletê, ji bo aştiyê wek pêwîstiyên bingehîn hate rêzkirin. Ji Qudis heta Xeza, ji Kabul heta Tahranê têkoşîna jinan girêdayî hev e û ger edalet nebe dê aştî mayînde nebe.”
‘Têkoşîna jinan didome’
Hevseroka Partiya Jinên Tirkiye Fatma Aytaç bal kişand ser cînayetên jinan ên di salên dawî de zêde bûne û derketina Tirkiye ji peymana Stenbolê, weke ‘gavşûnde avêtinek mezin a nîşan dide ku jiyana jinan ji bo dewletê ne pêşekiye’ nirxand û got: “Bendbendîbûna siyasî, zexta civaka sivîl û rêxistinên jinan di şertên zor de dixebitin. Lê belê hê têkoşîna jinan di çeperên herî pêşde ne, mîtingan li dar dixin, torên piştevaniyê ava kirine û daxaza pêşerojek wekhev, aştiyane dikin.” Fatma Aytaç da zanîn ku têkildarî aştiyê bawerî ji partiya derthilatê re nîne û anî ziman ku li cihê çareseriyek rast, manevrayên siyasî tê kirin.
‘Jin ji mekanîzmayên biryardayînê tên dûrxistin’
Vera el-Molla ya ji Lubnanê, destnîşan kir ku welatên wan di çerxa tundiyê de hatiye hepskirin, ruxmê ku jin barên nayên dîtin dihilgirin, ji mekanîzmayên biryardayînê yên netewî tên dûrxistin û got: “Li başûrê Lubanê ji sedî 70’ê avahiyan hilweşiyane, jin û ciwan ji bo bicihkirina malbata xwe, dabînkirina xwarinê, pêşkêşkirina desteka derûnî torên ne fermî ava kirine. Jin li dijî pirsgirêkên hevpar ên li herêmê, nîşandana piştevaniya derveyî sînor awayek yê têkoşînê û ji bo aştiyê neçariyek e.”
‘Jin dikarin di civakê de guherînek mayînde ava bikin’
Bijîşka Sûriyeyî Lema Drabatî got ku jin hem qurbanên yekem ên şerin û hem jî aktorên destpêkê yên aştiyê ne û got: “Jin ne qurbanên lewazin, aktorên aktîv ku birînên civakî di pêçin û dikarin guherînên mayînde ava bikin e. Lê belê bêyî rola navendî ya jinan, bi ketina dîktatorekê wê aştiyê neyne, di mînaka Sûriyeyê de ev bi eşkere hate dîtin. Dema jin di muzakereyên aştiyê de cih bigre, lihevkirina aştiyê wê hê zêdetir mayînde bibe.”
‘Aştiyek ku jin tê de nebe wê şikestî û demkî be’
Dîroknasa civakî Melîhe Magazî jî da zanîn ku di şerê 12 rojan ê di navbera Îsraîl û Îranê de jin û zarokan bedelên gelek giran dane, lê belê di dema herî tarî de piştevanî û berxwedana jinan derket holê. Melîhe Magazî biryara hejmara 1325 ’an a Konseya Giştî ya NY bi bîrxist û destnîşan kir ku jin ji pêvajoyên aştiyê tên dûrxistin û got: “Dema ku jin biryaran bidin, li hevkirinên aştiyê wê hê zêdetir mayînde bibe. Aştiya mayînde pêwîstî bi edalet, rûmet, firsend û ewlehiya mirovî heye, aştiyek ku jin têde nebe wê şikestî û demkî be.”
Civîn bi nîqaşên jinan ên piştvaniya di bidawîkirina şeran û pêkanîna aştiya mayîn de bi dawî bû. Di civînê de hate diyar kirin ku divê di asta herêmî de civînên wiha werin li darxistin.