Rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê cezayê dervekirinê şermezar kirin

Jinên rojnamevan ên Başûrê Kurdistanê biryara darvekirian Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî şermezarkirin û gotin: “Em bang li hemû jinên rojnamevan û azadîxwaz dikin ku li dijî vê cezayê rawestin.”

Navenda Nûçeyan – Jinên rojnamevan ên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî biryara cezayê  darvekirinê ya Îranê li çalakvan Şerîfe Mihemedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî birî, şermezar kir.

Jinên rojnamevan  di daxuyaniya parvekirin de diyarkirin ku rejîma Îranê di 23’ê tîrmehê de li Pexşan Ezîzî, di 4’ê tîrmehê de jî li Şerîfe Mihemedî cezayê darvekirinê birî û ev metirsî li ser çalakvana azadiyê Werîşe Muradî jî heye û bang li hemû jinên rojnamevan û azadîxwaz kirin ku li dijî vê cezayê rawestin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedî pêşengên sedsala 21’an ya sedsala jinên tê nasîne. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ serhildanek dîrokî bû ku hêza têkoşîna jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raxistin ber çavan. Rejîma Îran ku hebûna xwe li ser çewisandina gel, kuşti, girtin û darvekirina çalakvan, jîngehparêz, jin û hemû têkoşerên civakê berdewam dike. Îrade û têkoşîna jinan ya şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ji bo rejîmê bû metirsî. Li hemberî vê îradeyê, rejîma Îran tewanên xwe zêde kir û bi girtina jinan, îşkence û cezayê darvekirinê xwest serhildana gel û jinan bêdeng bike. Bi dehan ciwanên têkoşer û jinên pêşeng girtîne û cezayê darvekirinê lê birine. Êrîş bi taybet li dijî jinên rojnamevan bû. Li gor rojnamevanên bêsînor, Îran yek ji welatên herî zêde darvekirinê tê de encam dide ye.

Weke jinên rojnamevanên dengê azadiyê li Başûrê Kurdistanê, em van têkoşerên di sedsala 21’an de pêşengên têkoşîna jinan dinirxînin û li her derê cîhanê piştgiriyê didin têkoşîna jinan. Em di wê baweriyê de ne ku jinên Kurd ên rojnamevan û têkoşer pêşengiya têkoşîna azadiyê ya cîhanê dikin û çar parçeyên Kurdistanê kirine navenda têkoşîna li dijî hemû êrişên nîjadperest ên dewletên faşîst, dîktator û mêtinger ên li ser jinê.

Em vê biryara darvekirina her du çalakvanan şermezar dikin. Em li hemû jinên rojnamevan û azadîxwaz ên Başûrê Kurdistanê dikin ku bibin dengê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî û li dijî vê cezayê ku têkoşîna jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê sînordar dike rawestin. Ji ber ku di dema bê de li dijî jinên li Başûrê Kurdistanê ku heman polîtîkaya li dijî jinê tê meşandin, wê bibe metirsî.”

Navên rojnamevanên ku îmzaya xwe avêtin wiha ne:

Sirwa Nergis – Rojnamevan

Sozyar Elî – Rojnameger

Raz Ehmed – Rojnamevan

Berîvan Şaho – Rojnameger

Hêlîn Reşîd- Rojnameger

Hana Saman- Rojnameger

Bêgerd Xelîfzade

Nermîn Husên Ehmed – Rojnamevan

Jiyan San – Ragihandin

Hawjin Şiwane – Rojnamevan

Avan Nadir – Rojnamevan

Rojan Ebûbekir – Rojnamevan

Hawar Mohammed – Rojnamevan

Binayî Ezedîn – Rojnamevan

Jina – Rojnamevan

Binayî Îbrahîm – Rojnameger

Şoxan Mîrza- Rojnameger

Behre Omer – Rojnameger

Şayî Aram – Rojnameger

Dêrîn Rehîm – Nûçegihan

Bêxal Qadir – Rojnamevan

Hêşo Şiwane – Rojnamevan

Tewar Pêncwênî – Rojnamevan

Şen Sediq – Rojnamevan

Feyrûz Mihemed Îsmaîl – Rojnameger

Sinur Rahman – Rojnamevan

Awaz Zeyud Mohammed – Rojnamevan

Avesta Lawlaw – Rojnamevan

Sakar Îsmaîl – Rojnameger

Şînyar Bayiz – Nûçegihan

Hêlîn Ehmed – Nûçegihan

Lave Kurde – Rojnamevan