‘Rojnamevanên jin ji bo dîtbarîkirina têkoşîna jinan dixebitin’
Rojnamevanên jin ên li sînorê Helebceyê, diyar kirin ku ji bo dîtbarîkirina serkeftinên jinan dixebitin, yekane armanca wan ew e ku serkeftinên jinan di civakê de di plana duyemîn de nemîne û xebata wan bipêş bikeve.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepce – Di sînorên parêzgeha Helebceyê de, gelek jinên ku di sazî, dikan û bazarên curbecur de bi awayekî serbixwe dixebitin hene. Di qadên ragihandinê de jî jinên ku dixebitin, dixwazin ku alîkariya jinên din bikin, ked û pîşeyên wan nivîsî û dîtbarî bikin. Armanc, danasîna keda jinan û pêşxistina xebatên wan e.
Karkirina rojnamevanên jin ya bi vî awayî, piştgirî dide jinên qadên din jî. Ev di heman demê de hevgirtina jinan jî bihêz dike. Her jinek ji bo jinek din destê xwe dirêj dike û li dijî ferasetên ku keda jinan biçûk dibînin xwe neqayîl dike. Beriya niha navendên medyayê tenê ji aliyê mêran ve dihatin rêvebirin; aşkerakirina jêhatibûnên karkerên jin ne hêsan bû.
Rojnamevan Rengîn Selam û nûçegîhana qadê Evîn Ata, têkildarî ked û xebata xwe ji ajansa me re axivîn. Rojnamevanên jin, diyar kirin ku jin di her qadê de serkeftî ne û pêwîst e bi rêya rojnamevan û nûçegîhanên jin keda jinan bên dîtbarîkirin.
‘Rola jinan a di ragihandina pirsgirêkên jinan de pir mezin e’
Rojnamevan Rengîn Selam, da zanîn ku ragihandin dikare him di aliyê mêr û him jî jinan de di pirsgirêkên jinan de rolek sereke bilîze û wiha axivî: “Niha ragihandin bi taybetî jî di pirsgirêkên jinan de xwedî rola herî mezin e. Him di aliyê aşkerakirina hêza jinan û him jî zêdekirina cureyên tundiya li dijî jinan de bibandor e. Lewma divê hemû saziyên medyayê û torên medyaya dîjîtal, di qadên bi bandor in de aliyên erênî, rol û pozîsyonên jinan nîşan bidin. Divê ragihandin bibe piştevaniya wan. Ji ber çawa ku medya dikare jinan bi tundiyê re rû bi rû dihêle, dikare serkeftina wan jî binvîse.”
‘Divê jin kedên xwe binvîsin’
Rengîn Selam, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tiştên ku jin dikarin di vê hêlê de bikin û wiha got: "Pêwîst e ji bo jinan derfetên baş bên avakirin û cûdahî bên dîtin. Divê jin karên ku dikin, binvîsin û bizanin ka çi dixwazin. Pêwîst e em li dijî paşketinên paşerojê serî netewînin; di roja me ya îro de jî ji pêşveçûnên civakî dûr nekevin.”
‘Jin jêhatî ne û divê bên destekkirin’
Nûçegihana qadê Evîn Ata Muhammed a li sînorê Helebçeyê dixebite jî, bal kişand ser girîngiya hewldana jinan a di aliyê nîşandana keda xwe de û wiha got: "Ez nikarim bêjim ez naxwazim behsa karên jinan bikim. Ji ber ku ji xwe me karê wan nîşan da. Lê divê jin bi xwe jêhatibûnên xwe nîşan bidin. Bi taybetî jî jinên li sînor.”
‘Jinên Kurd zana ne’
Evîn destnîşan kir ku bi gelemperî jinên Kurd û jinên li herêma wan zana ne û wiha pê de çû: “Ji malên xwe derdikevin û karên herî xweş dikin. Em jî ji bo dîtbarîkirina karên wan alîkarî didin. Em ji bo ku jin karên xwe yên li malê derxin derve, rapor an jî dosyayan amede dikin. Em jinan tînin gel hev û xebatên komî dikin. Dema em hewl didin xebat û serkeftinên jinan dîtbarî bikin, li aliyê din kuştin û tundî heye. Lê me keda jinan dîtbarî kir. Bi vî awayî dê ew xuyabûn zêdetir bibe.”