Rojnamevanên jin bal kişandin ser rola medyayê ya ji bo jinan
Çend rojnamevanên jin ên Lîbyayî, bi riya rûniştineke diyalogê bal kişandin ser rola medya û malperên tora dîjîtal di piştgirîkirina beşdariya siyasî ya jinan li Lîbyayê.
HÎNDIYA AL-ASHEPY
Binxazî – Medya xwedî wê rolê ye ku divê bala cîhanê bikşîne ser pirsgirêkên jinan. Bi beşdarbûna lawaz a jinan di karûbarên siyasî de li Lîbyayê, çend saziyên sivîl û kesayetiyên çapemenî û medyayî kar dikin ku rola jinan di prosesa siyasî de bi riya medya û malperên tora dîjîtal bilind bikin da ku jinan perwerde bikin û daxwaz ji wan bikin ku beşdarî prosesa siyasî li Lîbyayê bibin. Gelek rojnamevanên jin, kesayetiyên medyayê û bloggerên Lîbyayî beşdarî rûniştina diyalogê ya ku ji hêla rêxistina Rapora Demokrasiyê û Rêxistina Meras a ji bo pêşveçûna siyasî ve hat organîzekirin, li ser rola medyaya dîjîtal di piştgiriya beşdariya siyasî ya jinan de li lîbyayê, bûn.
“Rola medyayê girîng e”
Çalakvana medyayî û sivîl Wefa El-Şerîf teqezî li ser girîngiya rola medya û malperên torên dijîtal di piştgiriya jinan di warê siyasî, aborî û civakî de kir û wiha axivî: "Medya û malperên tora dijîtal du aliyên xwe hene, yek ji wan erênî ye, ew e ku teşwîqkirina jinan û xistina wan ji bo beşdarbûna di proseya hilbijartinan de û di karûbarên siyasî yên Lîbyayê de û ya din neyînî ew jî kampanyayên armanckirî yên ku dibe bir riya medyaya dîjîtal li dijî jinên ku dixwazin beşdarî siyasetê bibin, bên lidarxistin. Medya û malperên tora dîjîtal alaveke baş e ji bo piştgirîkirina jinan bi ronîkirina jinên ku serkeftinên berê di nav civakê de bi dest xistine ku jinên din jî motîve dike ku beşdarî xebata siyasî ya welat bibin."
Blogger û endama Wezareta Derve ya Lîbyayê Îman El-Yesirî teqez kir ku pêwîst e hemwelatî û jin li ser girîngiya beşdariya jinan di proseya siyasî de bi riya bikaranîna bandorên medyaya civakî bên agahdarkirin û wiha pê de çû: "Bandorên li ser medyaya dijîtal roleke sereke di piştgirîkirina jinan de di warê siyasî û aborî de dilîzin bi piştgirîkirina jinên ku di astên serokatiyê de cih digrin an jêhatî ne ku van astan bi dest bixin."