Rojnamevanên ji Sûriyeyê: Divê mafên me bên parastin

Rojnamevanên jin ên Sûriyeyê di pêvajoya rêveberiya demkî de hêvî dikin ku astengî û kêşeyên di dema rejîma Baasê de derbas bikin û ji Yekitiya Rojnamevanan xwestin mafên wan biparezin.

LAMÎS NASÊR

Dîmeşq (Şam) – Piştî di 8'ê Kanûna 2024'an rejîma Baasê hat rûxandin Sûriye ket pêvajoyek nû. Bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku di destê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ya cîhadîst de ye pêvajo gelek fikaran der barê pêşeroja Sûriyeyê û hebûna jinan de bi xwe re anî. Di nava vê pêvajoyê de rojnamevanên jin ên Sûriyeyê daxwaz dikin ji bo azadiya xwe zêdetir bixebitin û rola xwe dûrî astengiyên ku rejîma berê ferz kiribû bilîzin.

Daxwazên rojnamevanên jin ên Sûriyeyê

Rojnamevan Lema Elî bal kişand ser rewşa rojnamevanên jin di vê qonaxê de û wiha got: "Rojnamevanên jin ên Sûriyeyê di vê pêvajoya nû de daxwaz dikin ku rêveberiya demkî azadiya xebatê sînordar neke. Divê rojnamevan bi rehetî û bê sînor rolên xwe bilîzin û dengê civakê yê rast ragihînin. Pêwîst e sazî, sendîka û komeleyên ku nûnertiya rojnamevanan dikin yekbûna xwe ava bikin da ku mafên rojnamegeriyê biparêzin û daxwazên wan pêk bînin. Hewcedariya rojnamevanên jin bi derxistina Zagona Ragihandinê ku bi salan e li bendê mane heye. Ev zagon jî divê edalet û wekheviyê pêk bîne, mafê rojnamegeriyê bê cudakariya civakî bixe bin temînatê."

Kêşe û zehmetiyên ku rojnamevanên jin pê re rûbirû dimînin

Rojnamevan Sîlva Rezûq, bal kişand ser kêşe û zehmetiyên ku rojnamevanên jin pê re dimînin. Sîlva got ku herî zêde rojnamevanên jin bi kêşeyên cudakariyê re rûribû dimînin û got: “Pêwîstiya vê pêvajoyê bi xurtkirina xebatên çapemeniyê heye. Xebatên çapemeniyê ji bo jinan ne hêsan e, ji ber vê divê zagon û sandîkayên ku parastina mafên wan dikin bên avakirin û bikevin meriyetê. Rojnamevanên jin hewl didin di vê pêvajoyê de bêhtir bi azadî tevbigerin. Li gorî astengiyên rejîma berê nexebitin û bibin dengê jinên Sûriyeya azad."

'Divê Yekitiya Rojnamevanan mafên me bigre bin temînatê'

Rojnamevana serbixwe Lodî Elî jî tekez kir ku jinên Sûriyeyê di hemû qadan de bi kêşe û astengiyan re rûbirû ne û wiha pêl da axaftina xwe: "Qada ragihandinê di pêşerojê de wê helbet bi zehmetiyan re bimîne. Ez bawer im ev astengî wê tu bandorê li rojnamevanên jin nekin. Em amade ne, hemû kêşeyan bi îsrar derbas bikin. Di şopandina bûyerên ku li herêmên peravê diqewimin de em gelek kêm man, ji ber bûyer bi tundî û bê kontrol bûn. Daxwaza me ew e ku Yekitiya Rojnamevanan parastina rojnamevanan misoger bike. Divê yekitî bi me re bibe alîkar ji bo em bi azadiya xwe bixebitin û bibin dengê jinên Sûriyeyê."