Rojnamevanên Filistînî beşdarî konfransa yekrêziya medyayê bûn

Rojnamevanên jin ên Filistînê li ser zehmetiyên karê medyayê li Xezayê, riyên têkoşîna li dijî dezenformasyonê û bihêzkirina baweriya gel di konferansê de bi saziyên medyayê re nîqaş kirin.

NEXEM KERACÊ

Filistîn – Di konferansa bi navê “Yekrêziya Medyayê û Diyaloga Sivîl” de, rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê û pisporan rola medyayê di têkoşîna li dijî dezenformasyon û gotinên nefretê, bihêzkirina baweriya di navbera saziyên medyayê û civakê de nîqaş kirin. Ev konferans di demeke ku şer li Zîvala Xezayê gelek astengiyan li pêşiya karê rojnamegeriyê derdixe de hat lidarxistin.

Navenda Pêşketin û Medyaya Civakî (CDMC) duh di çarçoveya projeya “Avakirina Rastiyê û Berxwedêrî: Hêzdarkirina Medya û Civakê ji bo Vegerandina Jiyana Normal li Zîvala Xezayê” de organîze kir. Ev proje bi hevkariya Weqfa Medyaya Fransî û bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê tê meşandin.

Di konferansê de, xebatên lêkolînî û ezmûnên medyayê hatin pêşkêşkirin. Her wiha encamên projeyeke ku armanca wê pêşxistina pîşeyî, piştrastkirina agahiyan û vekirina derfetên diyalog û beşdariya civakî ye, hatin nîqaşkirin.

Perwerdeya li dijî dezenformasyonê

Koordînatora projeya Yekrêziya Medyayê û Diyaloga Sivîl, Nûrhan El-Tabatîbî diyar kir ku armanca projeyê vekirina derfeteke ku dengê cuda bikaribin xwe derbirînin û rojnamevan jî şiyana xwe ya ragihandina rastiyê bi pêş bixin. Nûrhan got: "Di mehên borî de nêzî 50 rojnamevanên jin û mêr beşdarî perwerdeyên li ser têkoşîna li dijî dezenformasyon û gotinên nefretê, piştrastkirina agahiyan û avakirina pira baweriyê di navbera medyayê û civaka herêmî de, bûn. Girîngiya van perwerdeyan tenê bi fêrbûna teknîkên piştrastkirina nûçeyan sînordar nabe, ew berpirsiyariya rojnamevanan a li hemberî gel jî xurt dike û alîkariya wan dike ku agahiyên pêbawer, cuda bikin."

Xwedîbûna pîşeyek berpirsiyariyeke civakî ye

Rojnamevan Mûna Bekir da zanîn ku rola medyayê tenê ragihandina nûçeyan nîn e, di avakirina civakeke şiyar û xurt li hemberî zehmetiyan de jî roleke girîng dilîze û got: "Pêşkêşkirina agahiyên rast, piştrastkirina çavkaniyan û dûrketina ji belavkirina naverokên ne rast ji erkên bingehîn ên rojnamegeriyê ne. Parastina taybetmendiya çavkaniyan û birêvebirina ewle ya daneyan jî ji bingehên karê rojnamegeriyê ne. Hewce ye rojnamevan xeletiyên xwe qebûl bikin, wan rast bikin û di navbera rastiyan û nêrînan de cudahiyê zelal bikin."

Zehmetiyên rojnamevanên jin di dema şer de

Derhêner û rojnamevan Mahî Edwan behsa şert û mercên ku rojnamevanên jin di dema şer de li Zîvala Xezayê bi wan re rûbirû bûne kir. Mahî destnîşan kir ku bombebaran, koçberî, şert û mercên dijwar ên jiyanê û kêmbûna derfet û amûrên karê medyayê, xebata wan gelek zehmet kiriye. Mahî wiha axivî: "Rojnamevanên jin di şopandina bûyeran, gihîştina çavkaniyên pêbawer, berhevkirin û piştrastkirina agahiyan de bi zehmetiyan re rûbirû mane. Zehmetî tenê bi gihîştina cihên bûyeran an hebûna amûrên pêwîst sînordar nabin; ew parastina ewlehiya rojnamevanan û çavkaniyan her wiha piştrastkirina agahiyan û zehmetiya gihîştina saziyên têkildar jî dihewînin."

Piştgiriya medyayê û bihêzkirina baweriyê

Konferans bi tekezî li ser girîngiya bihêzkirina yekrêziya medyayê û diyaloga sivîl û veguhertina prensîbên pîşeyî ji bo pratîkên rojane bi dawî bû. Ev yek bi perwerdeya domdar a piştrastkirina agahiyan, têkoşîna li dijî dezenformasyon û gotinên nefretê, pabendbûna bi etîka pîşeyê û parastina taybetmendiyê û piştgiriya rojnamevanên jin û mêr taybetî li Xezayê, pêk tê.

Beşdaran her wiha pêşniyar kirin ku piştgirî ji platformên medyayî yên Filistînê re were dayîn, amûrên dîjîtal ji bo hilberîna naveroka pêbawer werin pêşxistin û derfetên diyaloga civakî bên firehkirin. Armanc bi van gavan ew e ku baweriya gel bi medyayê ji nû ve were avakirin û aştiya navxweyî û hevgirtina civakî xurt bibe.