Rojnamevanek Cezayîrî bû wezîra derve ya Belçîkayê

Nûçegihana Cezayîrî Heca Lehbîb wek wezîra derve ya Belçîkayê hat tayînkirin.

Navenda Nûçeyan - Li gorî medyayê pêşkêşvana nûçeyan a televîzyonê ya bi eslê xwe Cezayîrî Heca Lehbîb a 52 salî wek wezîra karên derve ya Belçîkayê hat tayînkirin.

Heca Lehbîb diyar kir ku tecrubeya wê ya di pîşeya wê ya berê de dê alîkariya wê di karê wê yê nû de bike û wiha got: "Baweriya min bi îhtîmala cîhanek dadperwertir, azadtir û bi hurmet heye. Ji ber vê yekê ez ê bibim wezîra Belçîkayê ya nû ya Karên Derve, Karûbarên Ewropayê, Bazirganiya Derve û Saziyên Çandî yên Federal. Min wek rojnamevan li derveyê welat, bi taybetî li Rojhilata Navîn, Afganistan, Pakistan û Hindistanê belgefîlm çêkirine."