Rojnamevana Rojhilatî Nazila Marufiyan hate girtin
Rejîma Îranê rojnamevan Nazila Marufiya ku bi bavê Jîna Emînî re roportaj kiribû hate girtin û birin girtîgeha Evîn ê.
Navenda Nûçeyan – Rojnamevan Nazila Marufiyan ji ber bi bavê Jîna Emînî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin roportaj kir, roja yekşemê di serdegirtina mala wê ya li Tahran de hate binçavkirin. Rêxistinên mafê mirovan yên Îranê dan diayarkirin ku der barê rojnamevana Rojhilatê Kurdistanê Nazila Marufiyan biryara girtinê hatiye dayîn.
‘Tu niyetek ya min a intiharê nîne’
Nazila Marufiya di roportaja bi bavê Jîna Emînî re di 19’ê Cotmehê di malpera Mustaqil de weşandibû, piştî roportajê Nazila Marufiyan di linka şiroveyekê de gotibû ez di ferqa dahatuyê de bûm û gotibû ‘Tu niyetek ya min ya intiharkirinê nîne û tu nexweşiyekê min a bibe sedema vê jî nîne.’
Nûçe ji malperê hat kişandin
Malpera Mustaqil piştre nûçe vekişand, encaq di roportajê de bav Amjad daxuyaniyên rayedarên Îranê ku idea dikirin pirsgirêkên tendirûsti heye red kir û roportaj bi sernavê “Bavê Jîna Emînî: Derewan dikin!” hatibû weşandin.
Piştî ku Nazila Marufiyan hate binçavkirin wê birin girtîgeha Evin.
CPJ: Herî kêm 54 rojnamevan hatin girtin
Li gora komîteya parastina rojnamevanan ya naveda New York (CPJ); Li Îranê ji 16’ê Îlonê heta niha herî kêm 54 rojnamevan hatine girtin, ji vana 10 bi kefaretê hatine berdan. Lêkolînerê Îranê Tara Sepehrî Far der barê girtiyan de metirsiya sezayê mirinê heye hîşyarî da civaka navdeweletî û daxwaz kir ku hemû girtî bê şert werin berdan.
Li beramberî vê konseya mafê mirovan ya Netewên Yekbûyî ji ber rewşa Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî re wê di demek nêz de civînekê li darbixin dan zanîn ku armaca vê civinê avakirina mekanizmeyek ya hesabxwestinê ya jî wê rewşa mafê mirovan ya li Îranê were lêkolînkirin.
4’ê Mijdarê roja Înê wezîrên derve yê G7 wê daxuyaniyek hevbeş dan û êrişên li ser xwepêşandanên azadiyê şermezar kirin.