Rojnamevana Îranî Îlham Efkaryan hate girtin

Hat ragihandin ku rojemaven Îlham Efkaryan bi tometa belavkirina derew û avakirina aloziyan ji aliyê hêzên Îranê ve li Şîrazê hatiye girtin.

Navenda Nûçeyan – Sait Efkar li ser hesabê xwe yê Twitterê girtina xûşka xwe ya rojnamevan Îlham Efkarî piştrast kir û destnîşan kir ku heta niha ji wê, hevjînê wê û keça wê ya sê salî tu agahî negirtine.

Li gora raporan hêzên dezgaha nûçegerî Îlham Efkaryan li bajarê Şîraz di dema ku dixwest ji welat derbikeve û bi ideaya ku têkiliya wê bi şoreşê re heye hatiye girtin.

Îlham Efkaryan yek ji hevkarê sereke ya kenala ‘Îran International’ ku li London bi Farisî weşanê dike ye.

Di van demên dawî de wezareta derve ya Îranê çend dezgahên medyaya Farisî ji derveyî welat weşanê dike bi hêceta nerazîbûnên li dijî rejîma Îranê weke rêxistina terorîstî nîşan daye.

Îlham Afkarî xûşka deryavan Navîd Afkarî ye ku di 14’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê rayedarên Îranê ve li Şîrazê bi tawana "kuştina efserekî ewlehiyê" di xwepêşandanên girseyî yên sala 2018an de ji ber rewşa nebaş a jiyanê û aborî derketibû, hat îdamkirin.